186 karkerên di înşata girtîgehê de dixebitin xistin karantînayê 2020-04-16 11:15:53   KIRŞEHÎR – Li Kirşehîrê 186 karkerên li înşata girtîgehê dixebitin ji ber gumana koronayê li şantiyê wan xistin karantînayê. Karkeran xwest dengê wan were bihîstin.   Li Kirşehîrê Girtîgeha Tîp E tê çêkirin. Înşata girtîgehê didome. 186 karkerên lê dixebitin ji ber gumana vîrûsa koronayê wan xistin karantÎnayê. Piraniya van karkeran ji bajarên wek Amed, Mêrdîn, Wan û Êlihê çûne Kirşehîrê dixebitin. Tê gotin 5 karker ji ber koronayê rakirine nexweşxaneyê. Karkeran diyar kir ku rayedarên fîrmayê ango şirkete ji bo parastina ji koronayê wan li qawîşên şantiyê kirine karantînayê. Karkeran got rayedaran wan terkî mirinê kiriye. Karkeran şert û mercên paqijiya li şantiye kêm in, serşokek û destşokek tenê heye û li şantiye rewşek xetere heye. Karkeran got rayedar û şefên wan nexistine karantînayê. Karkeran xwest rayedar dengê wan bibihîzin.