Dermankirina korona ya 22 rojan dewam kir vegot 2020-04-16 12:16:32   MÊRDÎN - Fahrî Kilinç ê li Mêrdînê bi vîrûsa koronayê ket, piştî 22 rojan ji beşa lezgîn hat derxistin. Kilinç, kêmbûna cîhazên testa PCR a li bajêr bi gotinên “Cîhazeke testê kirin, ma evqas zore” rexne kir û tiştên di nexweşxanê de jiya vegotin.   Gundê Tîbyatê yê Navçeya Qoser a Mêrdînê ji 10’ê Nîsanê ve di karantînayê deye. 15 welatiyên gund ji ber vîrûsa koronayê ji 22’yê Adarê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Bajêr û nexweşxaneyên derdorê dibin karantînayê dene û tên dermankirin.   Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şaredariya Qoserê Fahrî Kilinç ê li nexweşxanê dibin karantînayê de ye, piştî 22 rojan têkoşîna jiyanê qezenc kir.   Kilinç ê 16 rojan di beşa lezgîn de ma, dûre wî xistin serwîsa karantînayê. Mînaka şewbê ji Kilinç hat kirin û şandin Amedê. Piştî ku encama testa Kilinç diyar bibe wê ji nexweşxanê bê derxistin. Kilinç ê di karantînaya nexweşxanê de tê girtin, piştî ji beşa lezgîn a nexweşxanê hat derxistin, tiştên jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.   16 ROJAN RAZANDIN   Kilinç, diyar kir ku li Îzmîrê xizmekê wan jiyana xwe ji dest da bû û wiha axivî: “Cenazeyê wî ji Îzmîrê anîn û me li gund defin kir. Ji me re gotin şînê ne danînin. Lê hin xizmên me xestin ku şîn bê danîn. Di encamê de şîn hat danîn. Wisan xuya dike ku min vîrûs ji kesekê ji Îzmîrê hatibû girt. Bi vî awayî vîrûs li me hemûyan belav bû.”   Kilinç, da zanîn ku ji ber bilindbûna tansiyonê û tam negirtinê di 22’yê Adarê de diçe nexweşxanê û wiha got: "Li Mêrdînê yekemîn car ji bo teşxîsa vîrûsa korona hat kirin. Piştî testa min a vîrûsê pozîtîf derket, ez kirim karantînaya nexweşxanê. Heya 16 rojan ez razandim û 6 rojan ez girêdayî cihaz mam.”   ‘MIN GOT HER TIŞT QEDIYA’   Kilinç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dema ku ez kirim beşa lezgîn min got her tişt qediya. Bijîşk pirs ji min dikirin min nedikarî bersiv bidim. Tenê li çavên min mêze dikirin. Weke ku li vê cîhanê tu tiştekê min nemabû. Min tama xwarinê ne digirt. Niha nû nû tama xwarinê digirim. Dengê min û tansiyona min sererast bûn. Ez niha di karantînayê deme. Em nikarin derkevin. Derman didin me. Ez spasiya xebatkarên tenduristiyê dikim. Bila kes ji malên xwe dernekevin. Ez pir derketim. Min 18 kîlo dan. Malbata min travmayek mezin derbas kir. Hemû malbata min nexweş ketin. Niha birayê min jî li nexweşxanê radize. Dema ku ez ji nexweşxanê derkevim ezê 14 rojên din di karantînayê de bimîn in.”   Ji ber ku cihaza PCR y testa vîrûsa koronayê dike li MErdînê tuneye, mînakên testa ji bo Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tên şandin. Kilinç, da zanîn ku ji ber vê encamên testan dereng derdikevin û wiha bilêv kir: “Me di nava xwe de pere kom kirin û ji bo Mêrdînê cihazeke PCR kirî. Divê îro bê xebitandin. Niha li Mêrdînê cîhazeke tenê ya testan tuneye. Tehlîlan dişinin Amedê. Cîhazeke testê kirîn, ma evqas zore?”   MA / Ahmet Kanbal