Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû 2020-04-16 12:26:57   AMED - Esker li gundên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 14'ê Nîsanê de derketin operasyonê. Di operasyonê de 4 welatî hatin binçavkirin. Operasyon bi dawî bû.    Di 15'ê Nîsanê de esker li gundên Xirabê, Spêni, Çemê Elika, Şelê yên navbera Lîce û Hênê di 14'ê Nîsanê de derketin operasyonê. Eskeran di operasyonê de bi ser gelek gundan de girt û 4 welatî binçav kirin. Di operasyonê de endamê HPG’ê Hebun Kardaş jiyana xwe ji dest dan. Eskeran di operasyonê de welatî Ferhat Onkol, Tuba, Dilan û Bager Oyunlu binçav kirin. 4 welatiyên hatin binçavkirin birin Qereqola Eskeran a Licê. Operasyona eskerî piştî 2 rojan bi dawî bû.    Wezareta Karên Hundir têkildarî operasyona 14'ê Nîsanê ji bo Ferhat Onkol got “Du terorîst bê tesîr bûn". Derket holê ku Ferhat Onkol xizmê Ceylan Onkol e.