Hevserokê HDP'ê yê berê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-04-16 16:28:07   STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sultanbeylî yê berê Burhan Taşdemir, ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Sultanbeylî yê berê Burhan Taşdemir, ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da. HDP'ê li ser medya civakî agahî parve kir û diyar kir ku Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sultanbeylî yê berê Burhan Taşdemir ji ber vîrûsa corono jiyana xwe ji dest daye û got: "Em ê têkoşîna hevalê xwe yê me di 45 saliya wî de winda kir bibîr bînin. Em ji malbatê re sebrê û ji wî re rahma xwedê dixwazin. Bila serê me tevan sax be."