Ji bo testa DNA'yê nexweşxane bi nexweşxane ew dan gerandin! 2020-04-16 19:40:20     AMED – Malbata Hebûn Kardaş ê HPG’yî ku li Licê di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo ku xwînê bide li sê nexweşxaneya hat gerandin.   Cenazeyê Hebûn Kardaş ê HPG’yî ku li Licê di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tê sekinandin. Danê sibê Qereqola Cendermeyan a Sûrê gazî malbate kir ku ji bo testa DNA’yê xwînê bide. Li ser vê yekê malbat jî çû nexweşxaneyê. Malbatê li nexweşxaneyê cenaze teşhîs kir. Rayedarên eskerî jî diyar kirin ku heta destûra dozger nebe nikarin xwînê bidin. Ji ber vê yekê malbat mecbûr ma dîsa vegere malê.    Malbata ku ji bo xwîndayînê li benda dozger bû, dîsa rayedarên eskerî ew agahdar kirin ku biçe li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwînê bide. Piştî malbat çû û bi qasî saetekê li vira jî sekinî, cardin rayedar lê geriyane ku şaşî çêbûye, divê biçe Nexweşxaneya Genesîsê xwînê bide. Piştî ku saetekê li wir jî hat sekinandin dîsa rayedaran ji malbatê re gotiye, "şaşî çêbûye, divê hûn biçin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê."  Li vê derê jî piştî saetekê dê û bavê Kardaş ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Hat hîn bûn ku rayedarên eskerî ji malbatê re gotine wê encama testa DNA'yê di nava 15-20 rojan de eşkere bibe.    Her wiha Ferhat Onkol û Tûba, Dîlan û Bager Oyûnlû yên ku di heman operasyona eskerî de hatibûn binçavkirin jî li Qereqola Cendermeyan a Licê di bin çavan de ne.