Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 1643 2020-04-16 20:03:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 125 kesên din jî mirin û hejmara kesên ji ber vîrûsa coronayê mirine bû hezar û 643.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin. Koca, daxuyand ku hejmara testên hatine kiribûn bûye 518 hezar û 143, hejmara kesên vîrûs di wan de tespît bûye bûye 74 hezar û 193 û di 24 saetên dawî de 125 kes mirine.   Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine bû hezar û 643 û her wiha heya niha 7 hezar û 89 kes jî baş bûne.