Algedîk: Pere divê ji bo gel û xwezayê bê xerckirin 2020-04-17 09:29:12 WAN - Pisporê Avhewa û Enerjiyê Onder Algedîk, anî ziman ku krîza avhewayê û şewba heyî ji hêla pergala dewletê ya xweza û civakê tune dihesibîne hatiye afirandin û got: "Ji bo qezenca zêde ya kapaîtalîzmê divê em xwezayê tune nekin, pereyan nedin petrol, tiştên kîmyewî û marketên mezin, divê em bidin gel."  Pisporê Avhewa û Enerjiyê Onder Algedîk, têkiliya di navbera vîrûsa coronayê (Covîd-19) û krîza avhewayê de nirxand.    Algedîk, bal kişand ser koçberiya ji bajaran ber bi deverên çolterî ya di dema şewba coronayê de. Algedîk, anî ziman ku li gor awayê hilberînê yê kapîtalîzmê awayekî mezaxêriyê jî çêbûye û got: "Ên îro diçin deverên çolterî tştên kîmyewî yên paqijiyê bi kar tînin ku ev ji petrolê çêdibin. Li A101 û BÎM'ê alvêrê dikin û berên pakêtkirî tînin deverên çolterî. Hin kes plastîkên ji bajêr dikire li gundê xwe dişewitîne, ava biderman a kincan li zozanan bi kar tîne. Ev rûxandineke ekolojîk e. Koçberiyeke bi vî rengî ya be rbi gundan ve, ji rûxandinê wêdetir ne tiştek e."    Algedîk, destnîşan kir ku ji ber şewbê zêdetirî 2 milyon mirov di mal de dimînin û bal kişand ser bandora karantînaya heyî ya li ser krîza avhewayê: "Yek; çûnhatina nav bajêr û gihaniya hewayî kêm bû û bi vê re bikaranîna petrolê jî kêm bû. ev tiştekî baş e. Dudo; hin endurstriyêên di warê bikaranîna komirê de berbiçav bûn teqla wan kêm bûye. Ji ber vê jî bikaranîna komirê kêm bûye. Di hins ektorên xizmetê de bikaranîan ceryanê kêm bû, lê li mexazeyên onlîne yê zêdetir bûye. Em dikarin bêjin ku ji ber vîrûsa coronayê hin sektor paş ve vekişiyane û emîsyon kêm bûne. Bikaranîna sotemeniya fosîlî kêm bûye. Lê di sektorên nemecbûrî lê rûxîner de hê jî ev didome. Ev jî nîşan dide ku heger ev sektorên rûxîner rawestin wê xweza û civak rihet bibe."    TÊKILIYA DI NAVBERA KRÎZA AVHEWAYÊ Û CORONAYÊ DE   Algedîk, bal kişand ser têkiliya di navbera krîza avhewayê û vîrûsa coronayê de û got, di navbera wan de têkiliyeke yekser tuneye. Algedîk, anî ziman ku krîza avhewayê û vîrûs tev de ji ber qezenca zêde çêbûne û got: "Em dikarin bêjin krîza avhewayê û şewba coronayê, ji be rkapîtalîzmê, qezenca zêde, hilberîn û mezaxêriya zêde ye. Bi awayekî din krîza avhewayê û şewbê du belayên mezin in. Dewleta ku civak û xwezayê tune dihesibîne ev bela bexşî me kiriye. Ew qezenca zêde ya ku hewl dide xwezayê veguherîne pereyan, wekî krîza avhewa û şewbê li me vedigere."    'EM Ê TEVDÎRÊ BIGIRIN AN NA?'   Algedîk, destnîşan kir ku bi germbûna kûrewî re nexweşîn zêde bûne û bi texrîbatkirina xwezayê re jî qadên jiyanê yên hewyanan teng bûne û got, tenê ne vîrûsa coronayê, têkoşîna li dijî hemû nexweşînan jî zor bûye. Algedîk, destnîşan kir ku di navbera mirov û vîrûsê de sê têkiliyên bingehîn hene û got: "Yek; bi texrîbatkirina xwezayê re em nêzîktirê vîrûsa bûne. Yanî tehemkûma bajêr ya li se rçolterê. Dudo; gihanî ye ku belavbbûna wê zêdetir dike. Îro bi rêya hewayî vîrûs di 36 saetan de li çar aliyên cîhanê belav dibe. A dawî jî meseleya tenduristiya gel e. Polîtîkayên tenduristiya gel ên bûne cihê bazarê, veguheriye pirsgirkekê. Li cîhanê bi milyonan vîrûs hene, wê hemû daxilî jiyana me bibin. Mesele tenê ev e; gelo em ê tevdîrê bigirin an na?"    Algedîk, destnîşan kir ku pergala heyî li dijî krîzan tevdîran nagire û got, ji be rku nikare ji bo civakê polîtîkayan çêbike. Algedîk, bal kişand ser hişyariyên bijîşkan ku dibêjin "destên xwe bişon" û "xebatên dezenfektekirinê yên şaredariyan û got: "Di dema coronayê de jî gelo kî guh da bijîşkan? Bijîşk dibêjin, destên xwe nebin ber devê xwe, bi kolonya an jî amûrên araqî bişon. Lê ligel vê em dibînin ku şaredariyan qad di nav kîmyasalê de hiştine. Tenê AKP'ê nekir. Şaredariyên partiyên din jî kirin. Bifikirin bi hezaran lîtreyan kîmyasal li nav bajêr tê rijandin. Paşê ev daxilî nav ava bajêr dibe, diçe be rkoka daran û tev i xwezayê dibe. Di rojên koronayê de ên guh nedan zanistê tenê ne partî ne, em hemû ne. Divê kapîtalîzm bê lêpirsînkirin, bê avêtin û pergaleke wekhev ya xwezayê û civakê esas digire bê avakirin. Yanî mesele ne ekolojî ye, pergaleke abor ya çînî ye. Tişta divê bê kirin pir zelal e. Divê kapîtalîzmê ji bo qezenca zêde dev ji tunekirina xwezayê berde, pereyan ne ji bo petrolê, tiştên kîmyewî û marketên mezin, divê ji bo gel bê xerckirin."    MA / Ozlem Yayan