Baroya Îzmirê: Bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên rast çêdikin hêj girtî ne 2020-04-17 10:39:09   ÎZMÎR – Baroya Îzmirê têkildarî cezayê li FOX TV hat birîn daxuyanî da û diyar kir ku bi dehan rojnameger ji ber nûçeyên rast çêdikin hêj girtî ne. Baroyê da zanîn ku li pişt FOX TV ne.    Baroya Îzmirê têkildarî cezayê rawestandina weşanê ya li FOX TV hatiye birîn daxuyanî da. Piştî Fatih Portakal têkildarî vîrûsa corona nixrandin kir, li FOX TV cezayê pere û rawestandina weşanê hat birîn. Têkildarî cezayê hatiye birîn Baroya Îzmirê daxuyanî da û diyar kirin ku ew li pişt çapemeniya azad, kedkarên çapemeniyê û FOX TV ne. Baroyê da zanin ku ji ber nûçeyên rast çêkirine îro bi dehan rojnameger girtî ne û wiha got: "Li dijî çapemeniyê, rojnamegeriyê û azadiya îfadeyê her roj tundî zêde dibe. Rojnameger ji ber her nuçeyê tên darizandin û piştî nûçeyê çêdikin bi tirsa bên darizandin tev digerin. Çapemeniya ne aliyê îqtîtarê ye rastî hemû cureyên cudakarî û tundiyê tên. Lewra mafê agahiyê ya gel girêdayî hebûna çapemeniya azad e. Ji ber vê yekê em vê helwesta  RTUK û îqtîdarê  ya li pêş çapemeniya azad û mafê gel ê agahiyan şermezar dikin."