Bi îstatîstîkan rewşa zarokan: Temenê xebatê daketiye 5 salî 2020-04-17 12:49:17   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daneyên TUÎK’ê ji sedî 27,5 yanî 22 milyon 876 hezar û 798 kes nifûs ji zarokan pêk tê. Herî zêde zarok li Rihayê hene. Hejmara zarokên dixebitin jî 720 hezar in. Di nava van zarokan de ên 5 salî jî hene.   Saziya Îstatîstîk a Tikriyê (TÛÎK) rapora xwe lêkolînê ya bi sernavê “Bi Îstatîstîkan Zarok, 2019” bi raya giştî re parve kir. Li gorî daneya encamên ji Pergala Qeyda Nifûsê û Navnîşanan hatiye girtin ji dawiya sala 2019’an ve nifûsa Tirkiyê 83 milyon 154 hezar û 997 kes in û ji sedî 27,5 yanî 22 milyon 876 hezar û 798 kes nifûs ji zarokan pêk tê.   Li gorî vê raporê nifûsa bajarên herî zêde zarok lê pir in Riha ye.   Hejmara zarokên dixebitin jî 720 hezar in. Di nava van zarokan de ên 5 salî jî hene. Piştî Rihayê bajarên Şirnex û Agirî tên. Bajarê ku zarok herî lê kem in jî Dersim di rêza yekemîn de ye û pişt re jî bajarên Edîrne û Kirklarelî tên.   Li gorî îstatîstîkên raporê di sala 2018’an de milyonek 248 hezar û 847 zarok hatine dine. Ji van zarokan ji sedî 51,3 lawik in û ji sedî 48,7 jî keçik bûne. Her wiha li gorî îstatîstîkan jî tê gotin ku ji her du pidikên tên dine jî yek bi sezaryenê çê dibe.   Hejmara zarokên dixebitin jî 720 hezar in. Di nava van zarokan de ên 5 salî jî hene. Hat gotin herî zêde zarok li sektora xizmetê dixebitin. Mesaj yazın