Li Şakranê di gardiyenan de korona derket 2020-04-17 13:54:14   ÎZMÎR - Parlamenterê CHP’ê Atîlla Sertel, diyar kir ku di gardiyenên Girtîgeha Tîpa T a Şakranê de vîrûsa koronayê derket.   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Îzmîrê Atîlla Sertel, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ragihand ku di gardiyenên Girtîgeha Tîpa T a Şakranê de vîrûsa korona (Kovîd-19) derketiye. Sertel, diyar kir ku divê testa vîrûsa koronayê ya 400 karmendên parastina înfazê bê kirin û got: “Divê bi lezgînî pêşiya şewbê bê girtin. Karmendên parastina înfazê li benda Wezareta Tenduristiyê ne.”