ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-18 09:00:17   * Derûnas Cemre Can Aşlamaci, diyar kir ku anî ziman ku piştî Covîd-19'yê baweriya welatiyan bi saziyên dewletê nemaye û got, jerhkuja fikar û tirsa çêbûye piştevanî ye.    * Hevserokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken, behsa hevalê xwe kedkarê tenduristiyê Cûma Kûrt kir ku Kûrt ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dabû. Guldîken, got: "Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin, kedkarek, hevrêyek, rûkeniyek, birayek tê ber çavê min."    * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî qanûna înfazê ya ku di girtiyên siyasî derve hatî hiştin diyar kir ku derbaskirina qanûna înfazê girîngî nedayîna mafê jiyanê yê mirovan e û got: “Bi vê zagonê dê xesp, dizî, tecawiza sistematik, îstîsmar, cinayetên ku kiryarên wan ne diyar wek kabûsekê bikeve ser civakê."    * Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku di çarçoveya "Kampanya Xwişk û Bira" de li Mêrdînê heta niha 2 hezar û 580 malbat tespît kirine û ji bo 584 malbatan, malbatên xwişk û bira dîtine. Kutay, da zanîn ku di nava wan de ji bo 3 mehan tora piştevaniyê ava kirin û alîkariya zexîre dane 250 malbatan.    * Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê gardiyanan gefa “Dua bikin ku di navbera me de navbera civakî heye' xwarin. Li Girtîgeha Xarpêtê jî girtî di qarantînayê de ne.    * Ekolojîst Sergen Sûcû, anî ziman ku bi pandemiya corona vîrûsê re bajar di nav xwe de îzole bûne û got, ji dêvla ku bajarî biçin gundan û wan deran talan bikin, bila cihê lê ne veguherînin qada hilberînê.    * Xêzkar Mehmet Bogatekîn ku di Girtîgeha Tîpa T1 a Kandirayê de ye, bi xêzeke xwe bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê.    *  Seroka Giştî ya Piştevaniya Karkerên Malê Gulhan Benlî, anî ziman ku 6 endamên wan di dema kar de bi şewbê ketine. Benlî, bang li hikûmetê kir û xwest pêdiviyên karkerên jin bên peydakirin.    * Îmdat Bîngolê ku 24 sal in girtiye û di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, ji bo ji hucreya ku 2 meh in tê de ye bê derxistin mehek e di greva birçîbûnê de ye.    * Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, anî ziman ku ji bo tenduristiya Ocalan civak bifikar e û mirina 3 girtiyên ji ber şewba coronayê bibîr xist û xwest rojek berî rojekê pêşî li ber hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê vekirin.    * Piştevaniya Morê ku li dijî şideta li ser jinê ya di pêvajoya şewbê de zêdetir bûye, atolyeyên xwe yên xweparastinê yên onlîne didomîne û hemû jinan ezimand atolyeyên xwe.