Li Mêrdînê 584 malbat bûn xwîşk û bira 2020-04-18 09:00:54   MÊRDÎN - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku di çarçoveya "Kampanya Xwişk û Bira" de li Mêrdînê heta niha 2 hezar û 580 malbat tespît kirine û ji bo 584 malbatan, malbatên xwişk û bira dîtine. Kutay, da zanîn ku di nava wan de ji bo 3 mehan tora piştevaniyê ava kirin û alîkariya zexîre dane 250 malbatan.    Kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" ku HDP'ê li dijî talûkeya vîrûsa corona ji bo piştevaniyê xurt bikin dabû destpêkirin belav dibe. Rêxistina HDP'ê ji bo piştgiriya civakî bide malbatên derfetên wan kêm û malbat dest dirêjî hev bikin kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" dabû destpêkirin. Heta niha kampanya li gelek bajaran berdewam dike. Bi hezaran malbat bûn xwişk û bira. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî bi awayekî çalak di çarçoveya "Kampanya Xwişk û Bira" de xebatê berdewam dike. Heta niha 2 hezar û 580 malbat tespît kirine û ji bo 584 malbatan, malbatên xwişk û bira dîtin.      Têkildarî xebatên kampanyayê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku di çarçoveya "Kampanya Xwişk û Bira" de li Mêrdînê heta niha 2 hezar û 580 malbat tespît kirine û ji bo 584 malbatan, malbatên xwişk û bira dîtine. Kutay, da zanîn ku di nava wan de ji bo 3 mehan tora piştevaniyê ava kirin û alîkariya zexîre dane 250 malbatan. Kuday, anî ziman ku bi taybetî di pêvajoya şewba corona de xwe digînin malbatên rewşa wan xizan û armanc dikin ku piştevaniya kesên derfetên wan tune û pêdiviya wan bi alîkariyê heye bikin.    Kutay, da zanîn ku li bajar, navçe û gundan, bi alîkariya rêveber, aktîvîst, keya, endamên meclîsê bi awayekî organize hewl didin ku kesên pêdiviya wan heye tespît bikin û tora xwişk û bira fireh bikin û wiha got: "Me li bajar û navçeyê xeta alîkariyê ava kir. Em bi vê xeta ragihandinê û hesabê medya civakî xwe digînin malbatan. Me heta niha 2 hezar û 580 malbat tespît kir. Ji van malbatan me ji bo 584 malbatan, malbatên xwişk û bira ava kir. Dîsa me alîkariya pakêtên zexîre da 250 malbatan. Niha 270 koliyên alîkariyê hêj di depoyên me de hene. Di rojên pêş de emê vê alîkariyê li malbatên din jî belav bikin. Em di pêvajoyek zor de derbas dibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku her kes li taxa xwe destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî cîranê xwe bike. Bila her kes malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tesbît bike û destê alîkariyê dirêjî wan bike. Divê em tenê bi awayekî maddî destê xwe dirêjî hev nekin. Divê di heman demê de di aliyê manevî de jî em dest dirêjî hev bikin. Her kesek dikare di maliyê manevî de jî piştgiriyê bide 5 malbatan."    MA / Omer Akin