Gef li girtiyan xwarin: Dua bikin ku navbera civakî heye 2020-04-18 09:01:14   STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê gardiyanan gefa “Dua bikin ku di navbera me de navbera civakî heye' xwarin. Li Girtîgeha Xarpêtê jî girtî di qarantînayê de ne.    Zagona înfazê ku girtiyên siyasî li derve hişt û girtiyên tev li sûcê dizî, tiryak, kuştina jinan bûne serbest tên berdan ji aliyê AKP-MHP'ê ve di meclîsê re derbas bû. Girtiyên edlî tên berdan û girtiyên siyasî jî di girtîgehan de rastî zext û tundiyê tên. Girtiyên siyasî bi rêya xizmên xwe diyar kirin ku rastî gefan tên û tundiya li ser wan zêde bûye.  Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Tekîrdagê Tufan Îlbaş bi rêya telefonê agahî da xwişka xwe Evîn Îlbaş, diyar kir ku zextên li ser wan zêde bûye. Îlbaş, anî ziman ku birayê wê gotiye şewbê dikin hincet tecrîda li ser wan girantir dikin û wiha got: "Daxwazên wan ên pirtûk, lênîsk, pênûs temîn nakin. Piştî şewbê lêgerîna qawîşan zêdetir kirin. Di lêgerîna qawîşan de gardiyan bê sebeb neheqiyan dikin. Girtî têkildarî daxwazên xwe, daxwaznameyan didin girtîgehan, lê bê bersîv dimînin. Dema birayê min bertek nîşanî van helwestan da jî gariyanan gefa ‘Hûn dua bikin ku mesafeya civakî di nava me de heye' xwariye.    HEFTÊ TÊNÊ MASKEKÊ DIDIN    Îlbaş, anî ziman ku di lêgerînê keyfî de birayê wê û girtiyên din bi şewrê re rû bi rû dimînin. Maskeyekê didin girtiyan dibêjin divê hûn hefteyekî bikar bînin. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoya ku birayê min terkî mirinê dikin em tu carî vê zagonê qebûl nakin. Em dixwazin ev zagon bê guhertin û hemû girtiyan têxe nava xwe. Divê rayedar bi lez gavan bavêjin."   DÊ ÇAWA XWE BIPARÊZIN     Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî Girtî Bîrdal Abay  bi rêya telefonê agahî dan xwişka xwe Gulten Abay û diyar kir ku piştî şewb belav bû zextên li ser wan zêdetir bûne. Gultan Abay, anî ziman ku malzemeyên paqijiyê nadin wan. Girtî dê di nava çar dîwaran çawa karibin xwe ji vê şewbê biparêzin. Gardiyan bê lepik û bê maske diçin li qawîşan lêgerîn dikin û hêjmarê dikin. Pêkanînên keyfî zêde ne. Girtîgeh ji bo girtiyan bûye cihê zilmê. Girtiyekî bi navê Tarik ji ber nişanê şewbê heye rakirin nexweşxaneyê. Piştî Tarik ji nexweşxaneyê anîn li girtîgehê xistin qarantînayê. Girtî ji ber şewbê pir bi fikar in. Bi zagona înfazê çeteyên xwe serbest berdan û girtiyên Kurd jî terkî mirinê kirin.    Rayedarên girtigehê jî têkildarî mijarê diyar kirin ku îdîa ne rast in.