'Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin hevrêtî tê bîra mirov' 2020-04-18 09:02:05   AMED - Hevserokê Şaxa SES'a Amedê Şiyar Guldîken, behsa hevalê xwe kedkarê tenduristiyê Cûma Kûrt kir ku Kûrt ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dabû. Guldîken, got: "Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin, kedkarek, hevrêyek, rûkeniyek, birayek tê ber çavê min."    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Amedê Şiyar Guldîken, behsa hevalê xwe kedkarê tenduristiyê Cûmal Kûrt (57) kir ku ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dabû. Guldîken, anî ziman ku Kûrt li Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê dixebitî û zêdetirî 20 salan di nav têkoşîna sendîkayî de bûye û got, ji me re têkoşîneke bênavber mîrat hiştiye.    KEDKAR, RÛKEN, HEVRÊ, BIRA...   Guldîken, bilêv kir ku 16 sal berê di çalakiyeke sendîkayî de Kûrt nas kiriye û got: "Her tişt dikir. Pir bala min kişandibû. Tecrûbeyên xwe tim parve dikirin. Pir dilnimz bû. Vê serdemê ji bo ku di nav rêveberiyê de cih bigire min pê re xeber dabû. Digot, bawer e em ê akribe pir baş bikin û pir dixwaze cih bigire lê belê ji ber nerihetiya keça xwe wê pir nikaribe wext veqetîne û naxwaze barê hevrêyên xwe girantir bike. Pir samîmî û girêdayî têkoşîna xwe bû. Gava behsa Cûma Kûrt tê kirin, kedkarek, hevrêyek, rûkeniyek, birayek tê ber çavê min."   KEDA WÎ YA DI TÊKOŞÎNA SENDÎKAYÎ DE    Guldîken, destnîşan kir ku di têkoşîna sendîkayî de keda Kurt gelekî heye û got: "Di têkoşîna sendîkayî de tim bi berpirsiyarî tev digeriya. Li kuderê çalakiyek hebûna li refa herî pêş bû. Demekê di desteya rêvebir de cih girt. Di serdemên din de jî tim nûnerê cihê kar bû. Gava nobedarê sendîkayê bûna sibehê zû dihat. Digot, 'Em çawa diçin mesaiyê divê em wisa jî ji bo sendîkayê wext veqetînin.' Nêzî 20 sal berê dev ji cixarê berdabû û carinan gava xwelîdank didît davêt çopê."    Guldîken, bal kişand ser têkoşîna Kûrt a li dijî vîrûsa coronayê û got: "Tev li nav xebatên ji bo serwxtkirina gel bû. Ew bi xwe tenduristkarê hawirdorê bû. Li yekeyeke kontrolkirinê dixebitî." Guldîken, anî ziman ku temiya kûrt tim û tim jiyaneke baş bû û got, ew ê tim û tim wî birêzgirî bibîr bînin û têkoşîna wî bidomînin.