Girtiyê di hucreyê de mehek e di greva birçîbûnê de ye 2020-04-18 09:03:44   TRABZON - Îmdat Bîngolê ku 24 sal in girtiye û di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, ji bo ji hucreya ku 2 meh in tê de ye bê derxistin mehek e di greva birçîbûnê de ye.    Îmdat Bîngol (43) ku 24 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê de ye, 2 meh in di hucreyekê de ye. Hat hînbûn ku Bîngol, ji bo ewlehiya jiyanî û ji bo biçe nav girtiyên siyasî mehek e di greva birçîbûnê de ye. Bîngol, 2 meh berê bi zorê ji Girtîgeha Tîpa T a Gumuşhaneyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatiye kirin û tiştên pê re rû bi rû maye bi êrya telefonê ji birayê xwe Nazmî Bîngol re gotin.   Bira Bîngol, sewqkirina birayê xwe wekî "sirgûnê" nirxand" û got: "Pêşî wî dişînin girtîgehê. Paşê wî dixin hucreyekê. Piştî hefteyek wî diqede, ji rêveberiya girtîgehê dipirse ji bo çi di hucreyê de ye. Rêveberiya girtîgehê jî jê re dibêje, tişta hatiye kirin tiştekî asayî ye, piştî demekê wê bi dawî bibe. Lê belê mehek derbas dibe wî dernaxin. Birayê min li Gumuşhaneyê jî nêzî salekê di hucreyekê de bû. Ma ev di nav ceza de ne cezakirineke din e?"    Bîngol, got: "Berî Girtîgeha Gumuşhaneyê birayê min di Girtîgeha Panosê d ebû. Ji wir ew şandin Gumuşhaneyê. Gava wî sewq dikin jê r edibêjin 'ji bo tu greva birçîbûnê bi rê ve bibî tu hatiyî vira' û wî dixin hucreyê." Bîngol, behs agreva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Ji wê rojê ve birayê min bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Niha li Trabzonê nêzî mehekê ye di greva birçîbûnê de ye. Ne got tam çend roj in. Hingî gef li tên xwarin birayê min gotiye, 'Madem hûn ê min bikujin nexwe ez ê jî dest bi greva birçîbûnê bikim.'"    BI KAMERAYÊ ODEYA WÎ HATIYE ŞOPANDIN    Bîngol, diyar kir ku odeya birayê wî şevekê bi kamerayê hatiye şopandin û got: "Birayê min tê derdixe ku odeya wî bi kamerayê tê şopandin. Vê yekê ji rêveberiya girtîgehê û dozger re dibêje. Jê re dibêjin 'hişê t ene li serê te ye.' Dixwaze kamerayên li korîdorê bên lêkolînkirin. Wê çaxê derdikeve holê."    DAXWAZA JI BO SEWQKIRINA MÛŞÊ    Bîngol, anî ziman ku li Tirkiyeyê birayek wî jî nemaye û ji ber atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê mecbûr mane koçî Ewropayê bikin û got: "Li Tirkiyeyê kesî birayê min nemaye. Diya min çend sal berê jiyana xw eji dest da. Bavê min maye, ew jî nexweş e nikare pir derkeve û zûde ye kurê xwe nedîtiye. Ji bo bavê min kurê xwe bibîne. Em dixwazin birayê min an sewqî Mûşê an jî bajarekî nêzî Mûşê bê kirin."    Bîngol, diyar kir ku di warê ewlehiya jiyana birayê wî de şik û gumanên wan hene û ji bo vê bang li parêzvanên mafên mirovan kir.