Wasiyê Ocalan Dînç: Civak bifikar e, demildest divê hevdîtin pêk bê 2020-04-18 09:22:40   STENBOL- Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, anî ziman ku ji bo tenduristiya Ocalan civak bifikar e. Dînç mirina 3 girtiyên ji ber şewba coronayê bibîr xist û xwest rojek berî rojekê pêşî li ber hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê vekirin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan herî dawî piştî grevên birçîbûnê par 5 caran hevdîtin bi muwekîlê xwe re çêkiribûn û hevdîtina wan a dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû. Her wiha herî dawî Mehmet Ocalan di 2'yê Adara 2020'an de çûbû Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Ocalan re çêkiribû. Piştî şewba coronayê li Tirkiyeyê belav û parêzer jî di 20'ê Adarê de ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re çêbikin serlêdan pêk anîbûn lê belê serlêdana wan a hat redkirin. Her wiha daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi telefonê ya muwekîlê xwe re jî hat redkirin.   Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Ocalan Parêzer Mazlûm Dînç, anî ziman ku li Îmraliyê her roj bêhiqûqîtiyên nû pêk tên.   MAFÊ TELEFONÊ   Dînç, destnîşan kir ku li gorî qanûna înfazê, mafê hemû girtiyan e ku ji xeynî hevdîtina bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re çêbikin, lê belê Ocalan qet sûd ji vî mafî negirtiye. Dînç, diyar kir ku muwekîlên wan Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku berî biçin Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehên din mafê wan ê telefon hebûye, lê ji sala 2015'an ji roja sewqî Îmraliyê hatine kirin ev mafê wan ê pêwendîdanîn hatiye binpêkirin.   BIRYARA AYM'Ê PÊK NEANÎN   Dînç, bibîr xist ku piştî mafên pêwendîdanîn yên muwekîlên wan hatine astengkirin di sala 2015'an de bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatiye dayîn û got, AYM'ê ji bo Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar gotiye, mafê wan ê pêwendîdanîna bi rêya telefonê hatiye astengkirin. Her wiha Dînç, destnîşan kir ku AYM'ê biryara binpêkirina mafan daye û wan jî ji bo pêkanîna vê biryarê gelek caran serlêdan pêk aniye, lê belê serlêdanên wan ên di vî warî de yek jê jî nehatiye qebûlkirin.   Dînç, anî ziman ku piştî şewba coronayê derketiye holê Wezareta Dadê biryarek girtiye û di vê biryara xwe de ji dêvla hevdîtina malbatê ya bi girtiyan re mafê pêwendîdanîna bi rêya telefonê hatiye zêdekirin û got: "Lê belê ev maf tenê ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê pêk nehatiye. Li Îmraliyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Qanûna Bingehîn pêk nayên. Mafên herî sereke û bingehîn jî wekî şantaj û bazariyê tên bikaranîn. Pergaleke ku ne li gor hiqûqê, li gor sîqên siyasî tev digere derketiye holê."   Dînç, anî ziman ku di demên dawî de bi biryarên Dadgeriya Înfazê re ji bo binpêkirinên mafan ên berê li Îmraliyê pêk dihatin 'kiraseke qanûnaî' tê amadekirin û got: "Biryarên ku Dadgeriyên Înfazê digirin dijî hiqûq û ehlaqê ne. Di heman demê de di pergala hiqûqê ya tirk de jî tiştekî wiha tuneye. Di pergala hiqûqê ya tirk de, dadger ji bo karibe biryarekê bigire divê erka biryargirtin û biryardayînê û mueyîdeya wan di qanûnan de hatibe sererastkirin. Lê belê di salên dawî e der barê Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din de hin biryarên hatine girtin kêfî ne û di qanûnê de tu cihekî wan tuneye. Çendî ku em daxwaz dikin ku ev biryarên hatine girtin teblîxî me bên kirin, lê belê bi awayekî bêhiqûqî ji me jî tê veşartin. Her wiha têkoşîna me ya li dijî vê bêhiqûqîtiyê jî tê astengkirin. Bi salan e li Îmrlaiyê mafê pêwendîdanîna bi rêya telefonê tê astengkirin. Lê niha jî ev yek bi biryarên dadgeriyên înfazê tê astengkirin. Ev biryarên dadgeriya înfazê nayê wateya ku biryarrine li gor qanûnê ne. Biryara lku di 13'ê Sibatê de ji bo 6 mehan hatiye girtin tu hêleke wê ya qanûnî tuneye û bi her awayê xwe biryareke bêhiqûqî û kêfî ye."   OCALAN BI RÎSKEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE   Dînç, anî ziman ku şik û fikarên der barê tendurist û ewlehiya Ocalan de pir zêde bûne û bal kişand ser şert û mercên fizîkî yên giravê û tenduristiya Ocalan. Dînç, destnîşan kir ku Girava Îmraliyê birutûbet e û şert û mercên wê yên avhewayî jî hişk in, muwekîlên wan nikarin baş sûdê ji hewadariyê bigirin. Dînç, bilêv kir ku muwekîlê wî 71 salî ye û nexweşînên wî yên kronîk hene û got, ji ber vîrûsa coronayê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye.   Wasiyê Ocalan, anî ziman ku ji bo tevdîrên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin xwestine hem wan hem jî rayaê giştî bên agahadarkirin û got, lê belê serlêdana wan a di vî warî de jî hatiye redkirin. Dînç, anî ziman ku heya niha rayedaran daxyaniyeke ku raya giştî rihet bike nedane.   ‘DIVÊ PÊWENDÎ BÊ DANÎN'   Parêzer Dînç, destnîşan kir ku ji bo şik û fikarên çêbûne ji holê bên rakirin demildest divê ji bo hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re tevdîr bên girtin û muwekîlê wan bi awayekî rêk û pêk sûdê ji mafê telefonê bigirin.   Her wiha Dînç, daxuyaniya Wezîrê Dadê bibîr xist ku gotibû li 5 girtîgehan di 17 hikumxwaran de vîrûsa coronayê hatiye etspîtkirin û 3 hikumxwar jî jiyana xwe ji dest dane. Dînç, anî ziman ku ev daneyên wezaretê talûke û cidiyeta vê yekê nîşan dide.   ‘DIVÊ DÎLGIRTIN BI DAWÎ BIBE'   Dînç, bal kişand ser bangawaziyên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê yên ji bo girtiyên siyasî û girtiyên din û got: "Lê belê li Tirkiyeyê sererastkirineke qanûnî hat çêkirin û girtiyên siyasî daxilî vê sererastkirinê nehatin kirin, tenê hin girtî hatin berdan. Ev şewb cihêkariyê naxe navbera mirovan û ji bo mirovahiyê talûkeyeke mezin e. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê aktorê sereke Birêz Ocalan e. Gava mirov vê yekê bîne ber çavan divê ji bo tevahiya mirovahiyê şert û mercên jiyanê yên Ocalan baş bibin. Ev jî bidawîbûna şert û mercên dîlgirtinê yên di nav pergaleke îşkenceyî û tecrîdê de pêk tên pêkan e."   Her wiha Dînç, der barê serlêdanên ji bo hevdîtinê yên piştî Covîd-19'yê yê de jî agahî parve kirin. Dînç, anî ziman ku ji roja ku şewba coronayê li Tirkiyeyê peyda bûye heya niha parêzeran 8 caran û malbatan jî 5 caran serlêdan pêk aniye, lê belê serlêdanek wan jî nehatiye bersivandin.   MA / Erdogan Alayûmat