Piştî hat berdan maske û lepik dan wî 2020-04-18 09:48:14   EDENE - Ender Yangoz ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê serbest hat berdan, diyar kir ku li odeya 21 kesan, 39 girtî dimînin û piştî ew hat berdan lepik û maske dan wî.    Ender Yangoz ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê girtî bû serbest hat berdan. Yangoz, bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehê û got: "Li qawîşa 21 kesan 39 girtî diman. Li ser her dojekekê 2 kes radizan. An jî bi dorveger radizan. li salona 20 metrekare 21 ranza bi cih kirine. Ranza 3 qat li ser hev bilind kirine. Ji ber ku ranza nêzî hev in mesafe çênabe. Dema em nû ketin girtîgehê kaxiz bi me da îmzekirin ku çarçef, bataniye û balgî dane me. Lê tu carî çarçef û balgî nedan me. Em neçar dimînin ku vê yekê ji qantînê bistînin. Taqiyê nevresîmê bi 90 TL û yê balgiyan bi 20 TL, rûyê balgiyan jî bi 7,5 TL difiroşin. Girtiyê ku pereyê wî tune be nikarin van alavan bistîne. Ji derve jî qebûl nakin ku bişîne."     Yangoz, da zanîn ku beriya vîrûsê jî sewqa nexweşxaneyê dereng dihat kirin û hefteyê rojekê mafê revîrê hebû û wiha got: "Niha jî bi hinceta vîrusa corona girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin. Dîsa wan dernaxin revîrê. Ji bo girtî biçe nexweşxaneyê divê bi vîrûsa corona be. Niha bi tu awayaî sewqa nexweşxaneyan tune ye. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Sergardiyan hat quralên 14 rojan ên der barê vîrûsa şewbê de xwend û çû. Tenê tuwalet û serşokek me hebû. Em 39 kes di 20 metrekare de diman. Mixabin lepik û maske nadan. Piştî ez derketim lepik û maske dan min. Li girtîgehê li dijî parastina vîrûsê tu tedbîr nayên girtin. Girtî terkî qedera wan kirine. Ger ku vîrûs têkeve girtîgehê dê mirin zêde bibin."    MA / Hamdullah Kesen