ÎHD dê bi partiyan re hevdîtinê bike: Di 10 xalan de cudakarî heye 2020-04-18 10:28:03   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser zagona înfazê ya nû û wiha got: "Hevsengî xera kirin. Di guhertina 10 xalan de cudakarî heye. Ji bo van 10 xalan bibin Dadgeha Destûra Bingehîn em ê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin."    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya qanûna înfazê ya li meclîsê ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat qebûlkirin bibin Dadgeha Destûra Bingehîn dê bi nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin bikin. Têkildarî mijarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser zagona înfazê ya nû û wiha got: "Hevsengî xera kirin. Di guhertina 10 xalan de cudakarî heye. Ji bo van 10 xalan bibin Dadgeha Destûra Bingehîn em ê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin."  Turkdogan, anî ziman ku di 10 xalên zagonê de cudakarî heye ev xal bi piranî di çarçoveya Zagona  Têkoşîna Terorê (TMK) de ne û wiha got: "Ji bo em vê zagona ku li meclîsê hat qebûlkirin, bibin Dadgeha Destûra Bingehîn li meclîsê pêdivî bi îmzeya 120 parlamenteran heye. Bi rejîma înfazê hevsengî tune kirin. Di mijara vîrûsa corona de cudakariyek pir mezin kirin. Di cîhanê de mînaka wê tune ye. Bi meseleya vîrûsê cudakariyê dikin. Di mantiqa guhertinê de nîşan  didin ku vîrûsa corona dest girtiyên ji TMK’ê têne darizandin nade. Dîsa di meseleya girtiyên nexweş de jî cudakarî kirine."    160 HEZAR KES DÊ BÊNE BERDAN   Turkdogan, destnîşan kir ku wekî îqtîdarê bi cemaweriyê re parve kir dê tenê 90 hezar kes neyên berdan û wiha lê zêde kir: "Dema em li gorî daneyên rojane hesab dikin, bi vê zagonê dê nêzî 150-160 hezar kes serbest bêne berdan. Li girtîgehan nêzî 300 hezar girtî hene. Nezî 50 hezar di çarçoveya TMK'ê de girtî ne. 250 hezar girtî jî girtiyên edlî ne. Ji 250 hezar girtiyan 80 hezar ji sûcê tiryakê girtîne. Kesên tiryak bikar anîne nêzî 40-45 hezar dê ji vê zagonê sûdê bigirin. Kesên ji sûcê dizîyê hatine girtin 45 hezar kes dê sûdê bigirin. 10 hezar kesên sextekarî kirine hene dê sûdê bigirin. Dîsa nêzî 30 hezar kesên sûcê mirov birîndar kirine hene dê sûdê bigirin. 25 hezar kesên ji sûcê xezpê hatine girtin dê sûdê bigirin. Dîsa 5 hezar kesên wekî Alaattin Çakici ku ji bo berjewendiyên xwe rêxistin ava kirine dê sûdê bigirin."     20 HEZAR KESÊN JI SÛCÊN ZAYENDÎ GIRTÎ NE   Turkdogan, herî dawî anî ziman ku 20 hezar kesên ji sûcên zayendî girtî hene û wiha got: “Bi vê guhertina nû kesên ji sûcên zayendî jî dê bi şert bên berdan. Rêjaya sûcê ku ji 4’an dadixin 3 paran, vê carê dê ji 3 paran daxin 2 paran. Dîsa 35 hezar kesên ku bi sucdariya "Bi zanebûn kuştine" li dervê zagona înfazê hatine hiştin hene."    MA / Dîren Yurtsever