70 karkerên di înşeata girtîgehê de dixebitin li wargehê hatin bicihkirin 2020-04-18 11:14:02   KIRŞEHÎR - Ji 186 karkerên di înşeata girtîgeheke li Kirşehîrê de dixebitin û bi gumana vîrûsa koronayê qawîşa wan xistin karantînayê 70 jê li wargeha xwendekaran hatin bicihkirin û dibin çavderiyê de tên girtin.   189 karkerên di înşeata girtîgeheke li Kirşehîrê de dixebitin bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) di rojên derbasbûyî de li qawîşên karkeran xistin karantînayê. Li gorî agahiyan, peywirdarên Walîtiyê û rayedarên fîrmayê yên 2 roj berê hatin cem van karkeran, karkerên xwestin biçin li wargeha xwendekaran bi cih kirin û yên man jî di şantiyê de xistin bin karantînayê. 70 karkerên daxwaz kirin ku ji şantiyê derbikevin di wargeha xwendekaran de xistin karantînayê û kontrolên wan ên tenduristiyê hatin kirin.   JI BO BERGIRIYÊ DI KARANTÎNAYÊ DENE   Yek ji karkerên di şantiyê de man Mahmût Kurt, diyar kir ku di testên hatin kirin de, testa kesekê pozîtîk derneketiye û bi armanca bergiriyê, hemû karker di karantînayê dene.   Ji karkerên di wargeha xwendekaran de hatin bicihkirin Mûstafa Gulaydin jî, derbarê rewşa xwe de agahî da û got: “Em niha di odeyên yek kesî de dimînin. Li herareta me mêze dikin. Testên hatin kirin negafît derketin. Rayedarên fîrmayê gotin ku ewê hemû pêdiviyên me pêşwazî bikin. Piştî karantînaya 14 rojan, emê biçin malên xwe. Ji bo vê jî wê wesayîtan ji me re bigirin û wisan me bişînin malên me. Em jî niha radiwestin.”