Daxwaza tehliyekirina Demîrtaş hat redkirin 2020-04-18 13:19:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Serlêdana ku ji bo tehliyekirina Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû kirin, bêyî ku tu hincet bê nîşandan hat redkirin.   Serlêdana ku ji bo tehliyekirina Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê nîsana 2016’an ve girtiye, hatibû kirin, hat redkirin. Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, têkildarî mijarê diyar ku bêyî ku tu hincet bê nîşandan serldan hatiye redkirin û derveyî hiqûqê rê ji îttîrazê re hatiye girtin.   Karaman, biryara 5’emîn Dadgeha Silhê ya Dadgeriya Ceza ya “biryar teqez” e rexne kir û li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî mijarê daxuyanî da. Karaman, diyar kir ku serlêdana wan a ji bo Demîrtaş ku ji ber nexweşiyên wî yên mîna tansiyon, dil û hilmijiyê, di koma rîsqê ya vîrûsa koronayê de ye, piştî 2 hefteyan bêyî ku tu hincet bê nîşandan hatiye redkirin.