Îtîraza girtina Yuksekdag bi ‘biryara teqez’ hat redkirin 2020-04-18 15:49:21   ENQERE - Îtîraza daxwaza berdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi “biryara teqez” hat redkirin.   Îtîraza daxwaza berdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a ji ber bûyerên Kobanê yên di 6 û 8’ê Cotmehê de rû dan girtiye, hat redkirin. Daxwaza berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî hatbû redkirin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqerê di biryar da de wiha got: “Li gorî lêkolînin hatin kirin, biryara teqez a ne berdanê hat dayîn.”