Berdana girtiyê nexweş Tekîn Donmez xwestin 2020-04-18 16:07:00   STENBOL – Parastvanên mafên mirovan, di çalakiya Rûniştina F’yê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Tekîn Donmez û daxwaz kirin ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.   Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê, çalakiya xwe ya Rûniştina F’yê ku her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin, çalakiya xwe bi hefteya 421’emîn berdewam kirin. Ji ber vîrûsa koronayê, vê hefteyê daxuyanî ji hêla endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn ve li ser hesabê medya civakî yê komîsyonê, hat dayîn. Di daxuyaniyê de qala rewşa girtiyê nexweş Tekîn Donmez hat kirin.   BIRYARA MIRIN Û JIYANDINÊ   Meral Nergîs Şahîn, diyar kir ku li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan bergiriyên têrker nayên girtin û wiha got: “Bi girtî û hikumxwaran re xebatkarên girtîgehan jî di bin rîsqeke mezin de ne. Sererastkirina înfazê ku meclisê hat qebûlkirin, li dijî şertê wekhevî û Destûra Bingehîn e. Bi sererastkirina biryara mirin û jiyandina kesan hatiye dayîn. Mirinê girtî terkî mirinê hatine kirin. Em parastvanên mafên mirova di înfazê de wekheviyê dixwazin û daxwaz dikin ku di serî girtiyên nexweş hemû girtî bên berdan.”   REWŞA DONMEZ NEBAŞ DIBE   Piştî van nirxandin û daxwazên xwe Şahîn çîroka girtiyen nexweş Tekîn Donmez vegot. Şahîn diyar kir ku Donmez ji sala 2001 ve girtî ye û di hevdîtinên vekirî de rewşa Donmez nebaş dibe û her ku diçe rewşa xerabtir dibe û ev daxwaz kir: “Ji bo mafê jiyanê neyê binpêkirin, divê bi Donmez re hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”