Kalê 80 salî bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye binçav kirin 2020-04-18 16:26:54 ENQERE - Li Enqereyê kalê 80 salî bi hinceta  “Heqaret li serokomar kiriye" binçav kirin û birin qereqolê. Muharrem Erkek ê CHP'î bertek nîşan da û got: “Ji bo wan ne girîng ku tevî vî temenê xwe bi şewba vîrûsê bikeve. Ji bo wan keyfa yek mirovî ye."  Piştî şewba vîrûsê (Covid-19) belav bû, giştînameya ku kal û pîrên 65 salî dernekevin kolanê girtin. Lê tevî vê qedexeyê bi hinceta kalê 80 salî li ser hesabê Facebookê heqaret li Serokomar Erdogan kiriye binçav kirin û birin qereqolê. Polîsan kalê 80 salî ji malê birin û birin qereqolê. Parlamenterê CHP'ê yê Çanakkaleyê Muharrem Erkek, li ser hesabê twitterê bertek nîşan da û got: “Ji bo wan ne girîng ku tevî vî temenê xwe bi şewba vîrûsê bikeve. Ji bo wan keyfa yek mirovî ye."