Girtiyê edlî çawa ji girtîgehê derket kesek kuşt 2020-04-19 07:05:08   ÎZMÎR - Mehmet I., yê piştî guhertina Zagona Înfazê ji girtîgehê serbest hat berdan li Navçeya Torbalî ya Îzmirê Umît Arinç ê 44 salî kuşt.    Li gorî agahiyan Mehmet I yê bi piştî guhertina Zagona Înfasê ku tenê girtiyên edlî efû kir, serbest hat berdan, piştî serbest hat berdan li taxa Pançar a navçeya Torbali ya Îzmirê Umît Arinç ê 44 salî ku bavê 2 zarokan e kuşt û reviya. Mehmet I. (21) piştî Umit Arinç (44) kuşt reviya û xwe avêt malekê. Eskerên bi şopa Mehmet I ketin, di malê de binçav kirin.