Serokê Baroya Mêrdînê: Divê AYM vê sererastkirinê betal bike 2020-04-19 09:00:34   MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ku ji bo qanûna înfazê ya nû got "Efûyeke sergirtî" gt: "Heger Qanûna Bingehîn xwe wekî Qanûna Bingehîn bhesibîne divê betal bike. Çimkî ev sererastkirin li dijî Qanûna Bingehîn e."    Qanûna Înfazê ya nû ji ber şewba coronayê berpêşî meclîsê hatibû kirin û bi dengên AKP-MHP'ê hatibû qebûlkirin. Di çarçoveya vê qnûnê de girtiyên edlî tên berdan, lê belê girtiyên siyasî, girtiyên nexweş, akademîsyen, xwendekar û rojnamevan derî vê qanûnê hatin hiştin.    EFÛYEKE SERGIRTΠ   Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk qanûna înfazê ya nû nirxand. Elîk, anî ziman ku beriya her tiştî ev sererastkirin dijî "rêgeza wekheviyê" ye. Elîk, ji bo guhertinên hatine kirin destnîşan kir ku ji sererastkirina înfazê wêdetir "efûyeke sergirtî" ye û got: "Ev sererastkirina înfazî tenê ji bo unsûreke sûcî hatiye kirin. Her wiha bi hezaran mirovên bi awayekî girtî tên darizandin derî vê yekê hatin hiştin. Ev tenê hikumxwaran nahewîne. Bi vî awayî qebûlkirina vê yekê dijî rêgezên dewleta hiqûqê ye."    Elîk, destnîşan kir ku di dewletê hiqûqê de tenê ji bo sûcên li dijî dewletê efû tên kirin û got, ji bo kesên li hemberî eksan sûc dikin derxistina efûyê hem li dijî hiqûqê hem jî li dijî wijdanê ye.    Serokê Baroya Mêrdînê Elîk, anî ziman ku bi vê sererastkirinê cihêkarî ketiye navbera civakê û got: "Serekê mafyayê berdidin. Lê kesên awayê rêvebirênê neecibandina û fikrên xwe bilêv kirine û ji ber fikrên xwe hatine girtin di girtîgehan de hatine hiştin. Kesên bi çekan, bi darê zorê, karinê dijî qanûnê kirine tên berdan. Lê rojnamevan, nivîskar, parêzer û siyasetmedar û derdorên muxalif di girtîgehan de hatine hiştin. Berbrîbûn û cihêkarî ev e. Ev tê wateya xirabkirina dînamîkên civakê. Wê ev di pêşerojê de bibe sedema berberîbûn û cihêkariyeke mezin."    DADGERIYÊN ÎNFAZÊ   Elîk, bal kişand ser Dadgeriyên Înfazê yên di sererastkirinê cih girtin. Elîk, anî ziman ku Dadgeriyên Cezayê Sulhê veguherandibûn meqamê tepisandina muxalifan û got: "Lê niha jî Dadgeriyên Înfazê tînin. Ditirsim ev dadgeriyên înfazê jî bibin wekî dadgeriyên cezayê sulhê. Wê wezîfeya wan hemn tişt be. W ev dadgerî rewşa kesên dixwazin ji rewşa baş sûdê bigirin binirxîne. Wê lig or dilê xwe kesan di girtîgehan de bihêle û kesn berde."    Her wiha Elîk bal kişand ser betalkirina nepeniya di navbera parêzer û muwekîl de û got: "Têkiliya di navbera muwekîl û parêzer de bi temamî veşarî ye. Niha erka qeydkirina di navbera hevdîtina hkumxwar û parêzer de xistine destê girtîgehê. Bi vî awayî mafê parastinê û mafê girtina parêzer ê girtî û hikumxwaran ji dest wan tê girtin. Bi vê qanûnê dixwazin kesên muxalif bê parastin bihêlin. Dixwazin parêzertiyê bêerk bikin."    ‘DIVÊ AYM BETAL BIKE'   Elîk, destnîşan kir ku guherînên di qanûna înfazê de hatine kirin dijî Qanûna Bingehîn in û divê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) wê betal bike. Elîk, got: "Gelo wê AYM wê betal bike? Heger Qanûna Bingehîn xwe wekî Qanûna Bingehîn bhesibîne divê betal bike.  Çimkî ev sererastkirin li dijî Qanûna Bingehîn e. Lê di şert û mercên wiha de îhtimalek wiha heye? Gava mirov pêgirtîbûna darazê ya bi îqtidarê bîne ber çavan mixabin ev îhtimal pir qels e."    MA / Omer Akin