Li bajarê dîrokî kerên li mesaiyê, bafirokên li ser banan... 2020-04-19 09:01:53   MÊRDÎN – Li Mêrdînê, ji ber qedexeya derketina derve welatiyên nikarin derkevin derve li ser banên xaniyên xwe bafirokan difirînin û xebatkarên şaredariyê jî li kuçe û kolanên teng ên bajêr bi keran karê paqijiyê dikin.    Ji ber vîrûsa coronayê Wezareta Karên Navxweyî cardin li 30 bajarên mezin û bajarê Zongûldakê ji bo du rojan qedexeya derketina derve îlan kir. Yek ji van bajarên qedexe lê hatiye îlankirin jî Mêrdîn e. Ji duh ve li bajêr tenê nexweşxane, dermanxane, firin û hin saziyên cemaweriyê vekirîne. Lê belê xebatkarên şaredariyê li kuçe û kolanên bajêr ên ji mirovan xalî bûye, bi keran karên xwe didomînin û çopê berhev dikin.    Her wiha li bajarê dîrokî welatiyên ji ber qedexeya derketina derve di mal de ne, tevî zarokên xwe wext derbas dikin. Welatî tevî zarokên xwe li ser banên xaniyên xwe bafirokên çêkirine difirînin û bi bafirokên wan asîmanên bajêr rengo rengo dibin.   Lê belê xebatkarên saziyên fermî yên ji qedexeyê muaf, wekî her demê dîsa li ser karê xwe ne. Hin ji van xebatkaran jî karkerên çêkirina rê ne û hin jê jî li kuçe û kolanên teng ên bajêr bi keran çopê berhev dikin.    Xebatkarê şaredariyê Abdû Ozgun (53) ku li Mêrdîna kevn di kuçeyên teng û hevraz de bi kerê çopê berhev dike, anî ziman ku 10 sal in bi keran çopê berhv dike. Ozgun, diyar kir ku tevî wî 32 hevalên wî jî bi heman awayî dixebitin û got, sibehê saet di 5'an de şiyar dibin û heya 5'ê êvarê dişiulin. Onzun, bilêv kir ku karê dikin karekî zehmet e û got: "Em dikevin kuçeyên teng û qiyame. Carinan ker dikeve erdê carinan jî çopa li ser. Em cardin kom dikin. Çopê em kom dikin dibin cihê çop lê tê lodkirin û paşê wesayîtên çopê tên wan bar dikin."    Ozgun, diyar kir ku meaşê wan 2500 TL ye û got, tenê di cejnên dînî de 2 rojan destûra wan heye. Ozgun, anî ziman ku şewb heye lê dîsa jî dişixulin û got: "Heger em neşixulin wê rewş xirabtir bibe. Wê kes ji ber çopan nikaribe di van kuçeyan re bimeşe. Loma em dişixulin."    MA / Omer Akin