Parêzera Yuksekdag: Bêyî li daxwazan binerin red dikin 2020-04-19 09:52:45   ENQERE - Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, Ezgi Gungordu, diyar kir ku bêyî daxwaza wan lêkolîn bikin otomotîk red kirineu wiha got: "Di pêvajoya vîrusa corona de beyî "Mafê jiyanê" li ber çavan bigirin û bêyî li naveroka daxwazan binerin, daxwazan red dikin."    Parêzerên Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag, têkildarî dosyaya ku ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî Kobanê hat girtin, di 15'ê Nîsanê de serî li 5'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê dan. Lê bêyî naveroka serlêdana daxwazê lêkolin bikin  û bêyî hincet nîşan bidin daxwaza parêzeran red kirin. Parêzeran li dadgeha jor ev yek îtîraz kir. Daxwaza parêzeran a ji bo Yuksekdag a ji bo "mafê jiyanê" serî li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran dabûn jî, di 30'e Adarê de bi hinceta "Delîl tune" red kiribûn. Serlêdana parêzeran a li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî hêj nehatiye bersivandin.    ÎTÎRAZ KIRIN   Parêzera Fîgen Yuksekdag, Ezgi Gungordu, diyar kir ku wan tekildarî biryara 5'emin Dadgeha Cezayê Sulhê îtîraz kiriye û wiha got: "Darizandinên der barê parlamenteran de di aliyê usulê de êdî tev li hev kirine. Ji bo muwekila me bê berdan me serî li dadgehan dan. Piştî red kirin me li dadgeha jortir îtîraz kir. Dema ku bersîva vê yekê tê em serî li dadgeha jortir dirin. Em ketine rewşa ku her dem daxwaznameyên îtîrazê bidin. Bêyî ku li daxwazên me binerin û lêkolîn bikin bi awayekî otomotîk daxwazên me red dikin. Dadgeh der barê siyasetmedarên HDP’ê de bi awayekî otomotîk daxwazan red dike. Em ne bawerin ku dosya ji aliyê hekîm ve tên lêkolînkirin. Em dibînin ku biryarên der barê Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de dane her tişt mîna hev in. Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona belav dibe de bêyî li "Mafê jiyanê binerin" û bêyî dosyayê lêklîn bikin biryarê didin. Me ji bo mafê jiyanê seri li 16'emin Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê da. Lê dadgehê daxwazê me lêkolîn nekir û red kir. Got delîlên şênber tune ye. Em dipirsin heyeta dadgehê ma nikaribû ji rêveberiya girtîgehê agahî xwestibûya? Tedbîrên ku ji aliyê wezaretê ve hatine girtin tên kirin ya na? Girtî çiqas ji mafê xwe sûdê digirin. Mafê îzolasyonafîzî pêk tê?    MA / Berîvan Altan