Sicîla êrîşkarê Şaredariya Qersê qirêj e 2020-04-19 15:43:41   QERS - Derket holê ku kesên êrîşî Şaredariya Qersê kirin, heqaret û gef li Hevşaredaran xwarin, serî li heman rêbazan dane û heman kes in. Ligel giliyên van kesên ku hevşaredar kirin hedef, hat kirin jî, dosgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît.    Duh 3 kesên bi navê Z.B. F.E, û kesê navê wî nehat zanîn, di saetê êvarî de êrîşî Şaredariya Qersê kirin û neheqî li personelên ewlehiyê yên şaredariyê xwarin. Dîsa zerar dan alav û amûrên şaredariyê. Derket holê ku Z.B., F.E. û kesê din berê jî gef li hevşaredar û zarokên hevşaredaran xwarine û li gel gilî hatiye kirin jî der barê van kesan de lêpirsîn nehatiye kirin. 3 kesên ku şevê din êrîşi şaredariyê û personelan kir, hat zanîn ku berê jî êrîş kirine û gef li hevşaredaran xwarine. Ligel ku van kesên êrîş kirin berê êfadeya wan hat girtin jî dîsa serbest hatin berdan û der barê wan de lêpirsîn nehat vekirin.    DOZGER PÊDIVÎ BI LÊPIRSÎNÊ NEDÎT    Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku ji kesên êrîşkar berê yekî ji wan ji bo kar serlêdan kiribû û wiha got: "Ji kesên êrîşkar yekî berê ji bo kar serlêdan kiribû. Lê daxwaza wî nehatibû qebûlkirin. Piştî ku daxwaza wî nehat qebûlkirin dest bi gefan û êrîşan kir. Yekî êrîşkar bê navber min dişopîne. Gelek caran xwest min bêzar bike. Ev kes dixwaze karê park û baxçeyan em bidin wî. Her cara ku dihat şaredariyê serxweş bû. Gelek caran li ser medya civakî û wekî din gef li me xwar. Dîsa yek ji êrîşkaran hat ber deriye me û çêr ji mere kirin. Heta ber malê hat û neheqî kirin. Dema li ber derî bûn, polîsan hatin ew binçav kirin. Me li dozgeriyê gilî kir. Piştî ku îfadeya wî hat girtin dîsa serbest hat berdan. Vî kesê ku berê êrîş kir duh dîsa çêr û neheqî kir. Me agahî da polîsan. Lê niha li holê tu ecnam tune ye. Ev nîşanî me dide ku ev kesana ji aliyê hin kesên din ve tên parastin û bikaranîn. Têkildarî mijarê em bi cîgirê Walî re axivîn. Me xwest bi malbatên wan re bi axivin û pirsgirêkê çareser bikin. Lê tu encam derneket."    'EM TAWÎZAN NADIN'    Alaca, da zanîn ku heman kesan berê jî bi awayekî çeteyî êrîşî şaredariyê kirin û xwestin wan têxin bin zextan û wiha got: “Van çeteyen li Qersê berê jî bi heman rêbazan tundî bikar anîn. Gef xwarin. Lê me berê jî gotibû em tu carî destûrê nadin kesên wisa. Niha malbat û zarokê me dikin hedef û gefan dixwin. Lê bila baş zanibin ku em tu carî tawizê nadin. Her tiştê me dê bi zelalî berdewam bike."    EM DESTÛR NADIN    Hevşaredar Ayhan Bilgen jî anî ziman ku ew destûr nadin kesên ku bi rêbazên çeteyan û zorê dixwazin îhaleyên park û bahçeyan bi dest bixin. Bîlgen, anî ziman ku wan rayedar agahdar kirine û xwest kesên berpirsiyar erka xwe pêk bînin."    MA / Adnan Bilen