Êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir 2020-04-19 16:00:09   QERS – Hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anlî, êrîşa li dijî Şaredariya Qersê şermezar kir û pirsa, “Gelo 3 eşqiyayên êrîşkar ji kî cesaretê digirin? kir.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê, derbarê 3 kesên duh di saetên şevê de êrîşî Şaredariya Qersê kirin de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Cengîz Anlî, di civînê de axivî û diyar kir ku kesên êrîşî avahiya şaredariyê kirin, berê jî li ser medya civakî êrîş û heqaret li hevşaredarên wan kirin û gef li wan xwarin e.    Anlî, da zanîn ku wan berê jî derbarê êrîşkaran de gilî kirin û wiha got: “Ligel gilî û serlêdanên me kirin jî tu tişt nehat kirin. Şaredarî saziyeke dewletê ye. Eşqiya çûne saziya dewletê û zirar dane malên çemawerî. Gelo 3 eşqiyayên êrîşkar ji kî cesaretê digirin? Li pişt van kî hene? Ev eşqiya çawan dibe ku wisan bi rehetî êrîşî malê dewletê bikin? Divê gelê Qersê xwedî saziya xwe derbikeve. Emê heya dawiyê şopdarê vê bûyerê bin.”