Girtiyên nexweş nabin revîrê 2020-04-19 17:32:29   MÊRDÎN - Mehmet Farûk Engîn ê li Girtîgeha Osmaniyeyê ye diyar kir ku girtiyên nexweş nabin revîrê.      Mehmet Faruk Engin (30) ê di serdema qedexeya kolanan a Navçeya Nisêbînê de hat binçavkirin û girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê ye, bi rêya malbatê bal kişand ser binpêkirina mafan. Engîn bi rêya telefonê agahî dan malbatê û wiha got: "Gardiyan dema têne qawîşê maskeyê derdixin û bi ser me de dikuxin. Destê xwe didin der û dorê. Bi botên xwe bêle doşekê me dikin. Hevalê me yên nexweş nabin revîrê."    Dayika Engîn Şukriye Engin (57) jî bertek nîşan da û got: "Kesên jinan dikujin, diziyê dikin tev li karê çeteyan dibin û endamên DAIŞ'ê serbest berdidin. Lê kesên îşareta serkeftinê bilind kiribin nayên beran. Ev çawa zagon û edalet e. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin demek berî demekê hemû girtî bêne berdan."    Rayedarên girtîgehê jî îdîayên têkildarî mijarê red kir.