Ji Înîsiyatifa Agahiya Te Heye? ji bo rojnamegeran kampanya nameyan 2020-04-19 17:47:31   STENBOL - Înîsiyatifa Agahiya te Heye? bi boneya piştevaniya rojnamegerên girtî bike, ji bo rojnamegerên girtî kampanya nameyan da destpêkirin. Înîsiyatifê banga piştevaniyê kir.    Înîsiyatifa Agahiya te Heye? bi boneya piştevaniya rojnamegerên ku ji ber nûçeyên der barê eskerên li Lîbyayê hatin kuştin weşandibûn hatibûn girtin, kampanya nameyan da destpêkirin. Înîsiyatifê li ser medya civakî kampanya ku daye destpêkirin ragihand û cih da wêne û navnîşanên rojnamegerên girtî Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik, Midûrê Karên Nivisan ê Yenî Yaşamê Aydın Keser, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Oda Tv Bariş Pehlivan Midûrê Nûçeyan Bariş Terkoglu, Rojnameger Hulya Kilinç , Nivîskare Yenî Çagê Murat Agirel û Nûçegîhanê Rûdawê Rawin (Ravvin) Sterk Yildiz û banga piştevaniyê kir.