Di 33 rojan de li Tirkiyê 2017 kes bi Covit-19 mirin 2020-04-19 19:29:33   NAVENAD NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku îro 127 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 977 kes bi koronayê ketine. Ji 17'ê Adarê heta 19'ê Nisanê di 33 rojan de li Tirkiyeyê 2017 kes bi vîrosê mirin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di hesabê xwe yê Twîtterê de belav kir. Li gorî twîta Koca dane ango tabloya îrô yên şewba koronayê wiha ne: “127 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 hezar û 977 kes bi koronayê ketine.”   Hejmara qûrbaniyên koronayê yên îro li gorî duh 6 kes zêde bûne. Hejmara kesên duh jiyana xwe ji dest dabûn 121 kes bûn û 3 hezar û 783 kes jî bi koronayê ketibûn.