TUAY-DER: Tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê ye 2020-04-19 20:55:16   SÊRT - Hevserokê  TUAY-DER'ê ya Sêrtê Tahîr Cengîz, têkildarî zagona înfazê ya di meclîsê re derbas bû girtiyên siyasî bêpar hiştin daxuyanî da û diyar kir ku gelek girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Cengîz, bal kişand ser rewşa girtî Durrî Kaygusuz û destnîşan kir ku li gel nexweşa dil û tansiyonê ye nayê berdan û xwest hemû girtî bêne berdan.    Hevserokê Komeleya Piştevanîyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Tahir Cengiz, têkildarî rewşa girtiyên nexweş û zagona înfazê ya di meclîsê re derbas bû daxuyanî da. Cengiz, bal kişand ser zagona di meclîsê re derbas bû û wiha got: "Zagona hatiye derxistin ne ji bo wekheviyê bû. Cudakarî xistin nava girtiyan û yên alîgirên xwe serbest berdan û girtiyên siyasî û nexweş jî bi mirinê re rû bi rû hiştin. Niha gelek girtî bi mirinê re rû bi rû ne. Mînak girtî Mahmut Temel 2 caran paypas bûye. Temel bi rêya malbatê agahiyê da û diyar kir ku nexweşiya wî giran e."    Cengiz, anî ziman ku Temel bang li raya giştî û wizîrê dadê kiriye ku dengê girtiyan bibhîzin û gotiye "Em bang li raya giştî û Wezareta Tenduristiyê dikin ku ji bo tenduristiyê çi pêwist be bikin."    Cengîz, anî ziman ku sibê tiştek bê serê girtiyan berpirsiyarê wan wezareta dadê û hikûmet e û got: "Tenê ne hevalê Mahmut gelek kesên din ên nexweşen giran hene. Dayika Durrî Kaygusuz nexweşa dil, tansiyonê ye û pîr e. Niha girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.  Ewlehiya girtiyan tune û paqijî nayê kirin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Tedbîrên ewlehiyê nayên girtin. Maskeyan nadin girtiyan. Em dîsa bang li Wezareta Dadê û raya giştî dikin ku girtî demildest serbest bêne berdan û guh bidin dengê wan."