3 rojan xwarin nedan girtiyan! 2020-04-20 09:03:27   AMED – Hevşaredar Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn a girtî diyar kir ku piştî berdana girtiyên edlî 3 rojan xwarin nedane wan.    Piştî ku guhertina yasaya înfazê ket meriyete û girtiyên edlî hatin berdan li girtîgehan pirsgirêka xwarinê qewimî. Hevşaredara Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û 4 sal berê hat girtin û di Girtîgeha Kandirayê de ye duh bi malbata xwe re bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî. Altûn bi rêya malbata xwe ragihand ku piştî guhertina yasaya înfazê girtiyên edlî hatine berdan 3 rojan xwarin nedane wan.    3 ROJAN TENÊ ŞORBE DANE WAN    Xwişka Altûn, Bêzar Yildirim qala hevdîtinê kir û diyar kir ku piştî girtiyên edlî hatiye tahliyekirin 3 rojan ji bilî şorbê xwarin nedane girtiyan û got: “Nûrhayat û hevalên xwe niha di hucreyên xwe de hatine îzolekirin. Derfetê wan agahiyan werbigirin nîne. Hefteyê carek tenê dikarin 20 deqîqe hevdîtina telefonê bikin.”   ‘BILA GIRTÎGEH NEBIN MIRINXANE’    Yildirim da zanîn ku nexweşîna tansiyonê bilind bi xwişka wê re heye û got: “Berî ku girtîgeh bibin mirinxane tevdîran bigirin. Girtîgeh di bin berpirsiyariya dewletê de ne. Bi guhertina yasaya înfazê re girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin. Em xizmên girtiyan bifikar in. Bila dawî li cudakariya li dijî girtiyên siyasî bikin. Ji ber koronayê em di nava vê meraqê de ne. Girtîgehên ku qet ji bo tenduristiyê nebaş in dibe ku her kêlî veguhere mirinxaneyan. Tiştek were serê girtiyên siyasî hikumet jê berpirsiyar e.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel