Evran: Êriş paralel in û plana destwerdana li dijî Qendîl û Xakûrkê ye 2020-04-20 09:03:45 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Seyît Evran diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr û Zînê Wertê parçeyên planên li dijî Qendîl û Xakûrkê ne û got: “Dixwazin çi li ser navê kurdan hebe tune bikin.”    Tirkiyê bi balafiran êrişî Kampa Mexmûrê kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de balafirên Tirkiyê êrişî herêma Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê ku di bin çavdêriya YNK’ê de ye kirin. Piştî êrişê PDK’ê hêzên leşkerî şandin herêmê. Rojnameger Seyît Evran geşedanên dawî yên li wan herêman diqewimin ji ajansa me re nirxand.   Evran diyar kir ku Tirkiye bi êrişa li dijî herêmê yekîtiya neteweyî ya kurdan kiriye armanca xwe û êriş rastî bertekan hatine. Evran diyar kir ku mudaxaleya DYA’yê jî di êrişê de heye û DYA destûra êrişan dide Tirkiyê û armanca DYA ew e ku di demên pêş de bi Tirkiyê re hin aliyên kurdan li dijî Îranê bixe tevgerê.   Evran anî ziman ku êrişên tên kirin bi geşdanên navnetewî yên li ser herêmê li pêş dikevin re girêdayî ne û hemû xeta Îranê di ser wê herêmê de derbas dibe û cihê rêya vir diçê jî Berha Spî bi ser Sûriyê re pêk tê û ji ber vê yekê hemû hevsengî li ser vê yekê tê sazkirin.    ‘AKP DIXWAZE KURDAN TASFIYE BIKE’    Evran da zanîn ku êrişên li herêmê tên kirin paraleli hev in û wiha got: “Ji salên 90’î ve 23 baregeh li herêma Kurdistanê hene. Baregehên hatine avakirin planek îhlaqê ne. Ev yek jî têkiliya bazirganiya Tirkiyê û PDK’ê radixe ber çavan. Ev têkilî veguherîne pêçokeyî. Têkiliya bazirganiyê veguherandine dagirkeriyê. Li Başûrê Kurdistanê niha dagirkeriyek aborî heye. Dagirkirinek siyasî heye. Dagirkirina çandî û xebatên pişaftinê bi awayek berfirehî tên kirin. Li ku dibe bila bibe di hişê AKP’ê de plana tasfiyekirina kurdan heye. Çi li ser navê kurdan hebe dixwaze vê tune bike. Dixwazin kurdan jî bikin hevkarê vê tunekirinê.”    ‘PLANA DESTWERDANA XAKÛRKÊ Û QENDÎLÊ YE’    Evran da zanîn ku planên AKP’ê yên li dijî herêmê di sala 2018’an li dijî herêma Bradostê dest pê kir û ket dewrê û wiha got: “Ev demek dirêj e li dijî herêma Qendîlê plan û êrişên dagirkirinê tên kirin. Dema êrişa Brodostê dest pê kir, gotin ‘Ji Qendîlê re maye 30 kîlometre.’ Armanca yekemîn Xakûrkê ye û ya duyemîn jî Qendîl e. Ev warên hanê her tim bûne cihên berxwedana kurdan. Heta niha ne Îran ne Tirkiye û ne jî Iraq dikaribûye bikeve Xakûrkê. Vê herêmê her tim xwe ji êrişan parastiye. Qendîl jî her dem bûye warê berxwedana Kurdan. Ji ber vê yekê jî gav bi gav planên dagirkirina Qendîlê tên kirin û dixwazin destwerdenek dijî Qendîlê bikin.”   PLAN BIRÊVE NAÇE    Evran destnîşan kir ku plana êrişa li dijî ZÎnê Wertê di çarçoveya plana li dijî Qendîl û Xakûrkê de hatiye kirin û got: “Ev plan birêve naçe. Li ser navê hikumeta herêmî hêz hatiye şandin. Tê gotin ku vîrûsa koronayê kirine hêncet lê ne wisa ye. Ev der herêma YNK’ê ye. Heke li vir pirsgirêkek hebe, wê YNK tevdîra li vir bigire. PDK bi fikare yanî fedî dike ku bi Tirkiyê re destwerdanekê bide destpêkirin. Ji bo vê yekê jî PDK dixwaze YNK’ê jî daxilî destwerdanê bike. Lê YNK di vir de nehatiye qanihkirin. Lê dikin ku nakin nabin. Siyasetmedarên kurd ên Başûr dibêjin ‘Gerîla çi dike li vir?’ Lê gelê başûr hemû hêzên Kurd wek hêzên Kurdistanê dibîne. Dixwazine vê planê birêve bibin. Lê bele gelê Başûr û bi taybetî xelkê herêma Zînê Wertê bertek nîşan didin û wisa tê xuyakirin ku ev plan pûç derketiye. Di vê mijarê de jî helwesta gelê Başûr girîng e.”    ‘YNK DI FERQA PLANÊ DE YE’    Evran anî ziman ku YNK di ferqa tiştên diqewime de ye û êriş di nava gel de wek “şerê li dijî PKK û YNK’ê ye” tê şîrovekirin.    ‘FERMANDARÊN PÊŞMERGEYAN JÎ LI DIJ IN’    Evran destnîşan kir ku heke Tirkiye bi PDK’ê re di destwerdana li dijî Qendîlê de dê li herêmê bibe sedema serhildanekê û wiha got: “Gelê başûr naxwaze hêzên kurd bi sedema hêzek dagirker ve bera wan bikev hev. Vê yekê qebûl nake. Di nav pêşmergeyan de jî tevgerek cidî heye. Dixwazin pêşmergeyên hin herêman veguhezên herêmê. Lê pêşmerge dibêjin ‘em naxwazin şer bikin’ û vê yekê napejirînin. Ev jî encama projeya yekîtiya neteweyî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji sala 2007’an vir ve heta 2015’an gelek caran xwestin û ceribandina wan a bikevin Qendîlê çêbû. Lê helwesta fermandarên pêşmergeyan û helwest hêzan vê yekê asteng kir. Gel naxwaze ku Başûr bi Tirkiyê re tevger bike.”    ‘ÊRIŞ PARALEL IN’    Evran diyar kir ku êrişên Mexmûr û Zînê Wertê paralel in û got: “Kordînatan didin. Pişt re êriş tên kirin. Dema DAIŞ’ê jî êriş kir hedefa ewil Şengal bû û pişt re jî hedef Mexmûr bû. Şengal di warê baweriyê de hedefa êrişan de bû û Mexmûr jî di warê berxwedana xwe de. Loma jî hedef ew der e. DAIŞ’ê nikaribû bike. Lê tişta ku DAIŞ’ê nikaribû niha hosteyên wan dikin gelo? Dema mirov li êrişan dinêre ew xuya dike. Dixwazin êriş hev temam bikin. Ji ber vê yekê jî êriş girêdayî hev in. Gel jî vê yekê qebûl nake. Bifikirin sê hêz li kêlaka hev hene. 3 gerîlayên diçin hevdîtinê û vedigerin di rastî êrişa hewayî tên. Gelê Başûr vê yekê qebûl nake.”    ASTENGIYA YEKÎTIYA NETEWEYΠ   Evran bal kişand ser hevdîtin û xebatên li ser yekîtiya neteweyî ya kurd û sazkirina komîteyên vê xebatê û wiha got: “Lê Tirkiye li pêşiya van hemû hewldanan asteng e. Tiştên niha diqewimin ji bo çar parçeyên Kurdistanê jî windahiyek mezin e. Tenê berjwendiyên komekî tê fikirindin. Titşa ku rewşenbîr û gel jî li dij derdikeve ev e. A rast Rojava fersendek e. Ji bo gelê Başûr fersendek e. Ji bo gelê Rojhilat fersendek e. Ji bo vê yekê jî divê kurd werin gel û xwe bikin hêzek. Dibe ku di hin aliyan de nebin yek lê gelek aliyên ku bibin yek hene. Mînak dikarin di warê dîplomasiyê de berdevkiyek hevpar dikarin ava bikin. Çima bila hêzek netewî ya kurd tune be. Çima berdevkiyek di warê siyasî de nebe. Ev pêwîst in. Lê niha tiştek wiha heye. Bi mudaxeleyên Tirkiyê re dema ev werin xera kirin, çi tiştek li ser navê kurdan hebe û destkeftiyek wan hebe dixwazin wan ji holê rakin.”    MA / Ahmet Kanbal