Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re vîrûs derket 2020-04-20 09:47:38   ANTALYA – Bi 2 girtiyên ku piştî sererastkirina înfazê ji Girtîgeha Dalamanê hatin berdan re vîrûsa koronayê derket.   50 girtiyên ku piştî sererastkirina înfazê ji Girtîgeha Dalamanê hatin berdan, li navçeya Alanya ya Antalyayê testa wan a vîrûsa koronayê hat kirin. Di encama van testan de derket holê ku 2 girtiyên hatine berdan bi vîrûsa koronayê ketine. Her ku girtî jî li nexweşxaneyê kirin bin kontrolê.