Demîrtaş: Divê em daxwaza xwe ya hesappirsînê zindî bigirin 2020-04-20 11:01:29 NAVENDA NûÇEYAN – Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku divê bêedaletî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine jiyîn qet neyên jibîrkirin û daxwaza hesappirsînê timik zindî bê girtin.   Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê yê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4’ê mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, têkildarî sererastkirina înfazê ku AKP-MHP’ê derxistin daxuyaniyek da. Demîrtaş, xwest ku pêkanînê cihêkar ên hikûmetê morale gel xera neke.   MORALÊ XWE XERA NEKIN   Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê twîtterê axaftineke xwe ya ku di komcivîna partiya xwe de kiribû, parve kir û ev tişt got: “Ji herkesî re merheba. Em jî li vir pêkanînên nebaş ên hikûmetê ku di demên dawîn de zêde dibin dibînin. Em bêedaletî û neheqiyên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin qet ji bîr nekin. Em daxwaza xwe ya hesapirsînê zindî bigirin. Divê pekanînên cihêkar ên hikûmetê moralê me xera nekin. Lewre em ne bêhêvî ne. Ji bo hêvî û moral divê em ne li Qesrê li xwe binêrin. Divê em piştevaniyê xurt bikin û alîkariya hev bikin. Lewre wê rojên xweş û ronî bi vî rengî werin. Wê ne desthilat; piştevanî, başî û hezkirin me xelas bike. Qet moralê xwe xera nekin. Li tenduristiya xwe baldar bin. Dil û diayên me bi we re ne.”