Gelê Binarê Qendîlê dijî êrîşa li ser Zînî Wertê meşiyan 2020-04-20 16:29:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Binarê Qendîlê dijî êrîşa TSK'ê û hewldanên PDK'ê ya li herêma Zînî Wertê meşiyan. Meş dê heta gundê Zergele dewam bike. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bimre xiyanet" berz kirin.   Piştî PDK'ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê, TSK'ê jî li herêmê îrîşa hewayî kiribû û 3 endamên HGP'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, dijî şandina hêzê a ji bo Zînî Wertê meşiyan. Girsê di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan hilgirtin û dirûşmeyên "Bimre xiyanet", "Bijî yekîtiya gelê Kurd", "0Derkeve derkeve leşkerên Tirk" berz kirin. Meşa şêniyên Qendîlê dê heta gundê Zergelê bidome. Gel piştî meşê dê li vir daxuyaniyê bide çapemeniyê.