Bersiva qeyûm a ji bo meclîsa şaredariyê 2020-04-21 09:00:47 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, ji bo daxwaznameya endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ku ji bo civînên meclîsê bê çêkirin dabûn, got: "Heya meclîs bê asta ku karibe bixebite an jî heya hilbijartinên meclîsa nû bên çêkirin, wê peywira meclîsê ji hêla karmendên encûmen ve pêk bê."    Wezareta Karên Navxweyî di 16'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Dêrikê kiribû. Piştî Qeymeqamê Navçeyê Hasan Kafkas bû qeyûm, nehişt endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê bên avahiya şaredariyê. Li ser vê endamên HDP'î jî xwestin sedema neçêkirina civînên meclîsa şaredariyê û negazîkirina wan hîn bibin û ji bo vê daxwaznameyek nivîsandin. Qeyûm Kafkas jî bersiva daxwaznameya endamên HDP'î da.    Qeyûm Hasan Kafkas, di bersiva xwe de got: "Heya meclîs bê asta ku karibe bixebite an jî heya hilbijartinên meclîsa nû bên çêkirin, wê peywira meclîsê ji hêla karmendên encûmen ve pêk bê."    'VÎNA MECLÎSÊ HAT XESPKIRIN'    Berdevkê Koma Endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Dêrikê Mehmet Emîn Kaya, anî ziman ku wateya bersiva qeyûm "xespkirina vîna meclîsê ye" û got: "Ji bersivê jî dixuyê qeyûm meclîs fesix kiriye. Ji xwe qeyûm bi xwe xespkirina vîna gel e. Em ê vê xespkirinê qebûl nekin. Wekî her carê wê têkoşîna me berdewam bike."    MA / Ahmet Kanbal