Kelûpelên paqijiyê nadin girtiyên nexweş 2020-04-21 09:14:09 KIRIKKALE – Hat ragihandin ku girtiyên Girtîgeha Kirikkaleyê dema birine nexweşxaneyê muayeneya kelemçekirî li wan ferz kirine û bersiv nedane daxwaza girtiyên nexweşên kronîk ên paqijiyê. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê binpêkirinên mafan ên meha Çile, Sibat û Adarê pê re rûbirû dimînin wek raporek amade kirin. Girtiyan rapora xwe wek nameyeke şandin û behsa binpêkirinan kirin. Girtî di rapora xwe de diyar dikin ku ji ber vîrûsa koronayê hevdîtinên wan ên vekirî, girtî û aktîvîteyên werzîşê hatine qedexekirin û di rojên hevdîtinan de ekstra 10 deqîqe mafê hevdîtina telefonê dane wan.   Girtiyan di rapora xwe de dan zanîn ku li gel Wezareta Dadê daxuyand ku li hemû girtîgehan tevdên paqijiyê girtine jî lê li qawîşên wan serdegirtin û lêgerîn didome. Di raporê de hat gotin girtiyên nexweşên wek penceşêr, astim û kronîk ku ji bo paqijiyê kelûpel daxwaz kirine lê bersiva wan nehatiye dayîn û ev kelûpel nedane wan.   MUAYENEYA KELEMÇEKIRÎ TÊ FERZKIRIN   Di raporê de tê destnîşan kirin ku girtiyê nexweşîna penceşêrê Cîhat Ozdemîr divê di 1’ê adarê de biçûya nexweşxaneyê û bihata dermankirin û lê di 9’ê adarê de birine nexweşxaneyê. Lê di raporê de hat diyarkirin ku bêyî Ozdemîr muayene bikin ji odeya bijîşk derdixin û nayê muayenekirin.   Her wiha di raporê de hat gotin girtî Sadik Sabancilar dê yê di meha çile, sibat û adarê de ji bo goştê diranê wî ew birine Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Kirikkaleyê û ji ber dermankirina bi kelemçekirî qebû nekiriye nehatiye dermankirin û ji ber rînga yekneferî qebûl nekiriye dermankirina wî hatiye betalkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku dermankirina Sînan Akbayir jî ji ber muayeneya bi kelemçekirî qebûl nekiriye dermankirina wî hatiye betalkirin.   Di dewama raporê de girtiyan bal kişand ser astengkirina mafên wek daxwaza kelûpelan, pirtûk û rojnameyan û diyar kirin ku hemû tişt hatine qedexekirin û astengkirin.   MA / Bêrîvan Altan