'Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in' 2020-04-21 09:14:35 STENBOL – Rêxistina Jin Bi Hevre bi Hêz in, ji bo di rojên vîrûsa corona de piştevaniyê xurt bikin kampanya "Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in" dan destpêkirin. Ji jinên tev li kampanyayê bûn Çagla Akdere, têkildarî kampanyayê got "Ji xeynî ku em bibin dengê hev wekî din çareya me tune ye. Em tundiyê teşîr bikin em bi hevre şewirmeniyê xurt bikin." Rêxistina Jin Bi Hevre bi Hêz in, ji bo piştevaniya di nava xwe de xurt bikin û li dijî vîrûsa corona xurt tev bigerin kampanya "Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in" dan destpêkirin. 162 rêxisistinê jinan û LGBTÎ hatin cem hev û kampanya dan destpêkirin. Ji jinên tev li kampanyayê bûn Çagla Akdere, têkildarî kampanyayê got "Ji xeynî ku em bibin dengê hev wekî din çareya me tune ye. Em tundiyê teşîr bikin em bi hevre şewirmeniyê xurt bikin."    Akdere, diyar kir ku piştî şewba vîrûsa corona zêde bû tundî û binpêkirina mafan zêde bû u wiha got: "Barê vê pêvajoyê bêtir ket ser milê jinan. Ji ber ku tundî zêde bû me pêdivî bi kampanyayek wisa dît. Di vê pêvajoya ku mafê jinê tê binpêkirin û tune tê hesibandn, di vê pêvajoya şewba vîrûsê de herî zêde pedivî bi şewirmendî û piştevaniya jinan heye. Jinên li malê tên kuştin ji sedî 75’ê wan ji aliyê xizm û endamê malbatê ve tên kuştin. Ji bo jinên ji aliyê mêr ve tên kuştin mal zêde ne ewle ye. Zagonên ku rê li pêş tundiya jinê digire mixabin nakevin meriyetê. Di 10 salên dawî de heri zêde dê di pêvajoya şewbê de tundiya li ser jinê û cînayetê jinê zêde bibin. Di vê pêvajoya şewba corona de hem tundî û hem jî newekhevî zêde dibe."    DI ROJÊ CORONA DE EM BI HEVRE BI HÊZ IN'    Akdere, anî ziman ku her rojên duşema li ser hesabê medya civakî kom dibin û rojevên jinê yên li welat niqaş dikin û li çareseriyê digerin û wiha axivî: "Em pirsgirêkê jinê niqaş dikin, dikin rojev û radigihînin. Ji ber vê yekê me pêdivî bi mezinkirina piştevaniyê dît. Ji bo ku jin xwe tenê hîs nekin me ev kampanya "Di rojên corona de jin bi hevre bi hêz in." da desptêkirin. Di pevajyoa zagona înfazê de her çend me bertekên xwe anîn ziman jî bertekê me têr nekirin û zagon di meclîsê re derbas kirin. Daxwaz û bertekên me li ber çavan nehatin girtin. Ji ber vê yekê rojeva me em piştevaniya xwe û têkoşîna xwe xurt bikin e. Niha gelek xebatên me di rojevê de ne. Ewil em dixwazin xwe bigînin hemû rêxistinen jinan. Em dixwazin hemû rêxistinên jinan hestiyar tev bigerin û bi hevre li dijî tundiyê rawestin. "    'DEWLET BI NEGIRTINA TEDBÎRAN SÛC DIKE'    Akdere, diyar kir ku erka dewletê û îqtîdarê ewe ku ewlehiya canê jinan biparêze û wiha bi dawî kir: "Dewlet û îqtîdar necar e ku ewlehiya canê mirovan biparêze. Di vê pêvajoya şewbê de hemû destkeftiyên jinan li ber çavan nayên girtin. Ji bo dawî li vê tundiyê bê divê bi lez mekanizmayek bê avakirin. Niha Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ji bo jinan mêvanxane ava kir. Divê îqtîdar û hemû rêveberiyên herêmî minakên wisa li ber çavan bigire. Ger ku ne wisa be berpirsiyarê tundî û cînayetên li dijî jinê îqtîdar û dewlet e. Dewlet bi negirtina tedbîran sûc dike. Ev îqtîdar nikare pêvajoyê bi rêve bibe. Divê em bi herve  piştevaniyê xurt bikin û em jin bêtir li hev bifikirin."    MA / Semra Turan