Bavê ku 2 kurên wî girtî ne: Çakici berdan zarokên min jî terkî mirinê kirin 2020-04-21 09:24:08 STENBOL – Bertekên malbatên girtiyên siyasî ku zarokên wan li derveyî sererastkirina înfazê hatin hiştin, didomin. Mehmet Alî Can ku 2 kurên wî girtî ne berteka xwe wiha anî ziman: “Serokê rêxistina Sûc a organîzekirî Alaattîn Çakici berdan lê her du kurê min ên nexweş terkî mirinê kirin.” Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, roja ku ragihand li 5 girtîgehên vekirî 17 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û 3 jê wan jiyana xwe ji dest dane, sererastkirina înfazê bi dengê AKP-MHP’ê li meclisê hat qebûlkirin. Girtiyên siyasî li derveyî vê sererastkirinê hatin hiştin û terkî mirinê hatin kirin.   Vîrûsa koronayê her ku diçe belav dibe û dibe sedema mirinê. Li gel ve yekê jî li girtîgehan bergiriyên pêwîst nayên girtin. Malbatên girtiyên siyasî, ji ber vê rewşê ji bo zarokên xwe di nav fikaran de ne. Malbat, daxwaz dikin ku hemû girtî bên berdan û fikarên wan bên bidawîkirin.   HER DU DI GIRTÎGEHÊN CUDA DE NE   Mehmet Alî Can ku 2 zarokên wî girtî ne, diyar kir ku kurê wî Erdal Can li Girtîgeha Hejmara 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê û kurê wî Firat Can jî li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye û wiha got: “Erdal çend caran hatiye emeliyatkirin û gurçika wî jê hatiye girtin. Li gel ku bi 4 hevalên kurê min re nîşaneyen vîrûsê hene jî li girtîgeha Sîlîvriyê test nayên kirin. Ji ber ku wê wan li nexweşxaneyê 14 rojan bikin bin qarantînayê, çûna xwe ya nexweşxaneyê red dikin.”   20 KES DIMÎNIN   Can, da zanîn ku kurê wî Firat jî li Girtîgeha Denîzliyê di kogûşa 20 kesî de dimîne û ev tişt anîn ziman: “Ji berk u cih tuneye hin girtî li erde radikevin. Dema ku girtî vê rewşê îttîraz dikin jî rêveberiya girtîgehê ji wan re dibejê ku li benda girtiyên edlî ne dê ji wan re cih eyar bike.” Can, vegotınên kurê xwe jî wiha ragihand: “Em di nav hev de ne. Bergiriyên vîrûsê nayên girtin. Di nav me de gelek girtiyên nexweş hene. Mîda min jî diêşê. Ez jî di nav koma bi rîsq de cih digirim.”   SERHILDANA BAV   Herî dawî Can, destnîşan kir ku ji jiyana zaroken xwe bi gumana û ev tişt got: “Serokê rêxistina Sûc a organîzekirî Alaattîn Çakici, tecawizkar û dizan berdan, lê her du kurê min ên nexweş terkî mirinê kirin. Çawa ku li seranserê Cîhanê ji ber vîrûsê girtî tên berdan divê li Tirkiyeyê jî hemû girtî û hikumxwar bên berdan.”