Li Tirkiyê di nava 10 rojan de wê hejmara qurbaniyên koronayê zêde bibe 2020-04-21 09:52:45 MÊRSÎN – Serokê Odeya Bijîşkên Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku hejmara qurbaniyên koronayê hindik tên nîşandan û got: “Wê di 10 rojan de hejmara qurbaniyan li Tirkiyê zêde bibe. Derdora 45 rojan dê hejmar hindik bibe û heta 70 rojan jî wê şewb ber bi dawiyê ve biçe.”   Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen rewşa koronayê ya li Mêrsînê nirxand. Antmen diyar kir ku li Mêrsînê rayedar tu agahî û daneyan bi wan re parve nakin û li gorî agahiyên li ber destê wan hejmara weqayên koronayê 10 xebatkarên tenduristiyê jî di nav de 150 kes pê ketine û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Antmen daneyên hejmara kesên li Tirkiyê bi koronayê ketine û jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û got yek ji wan bajarên di warê weqayên koronayê de xwedî şans Mêrsîn e. Antmen got van 3 jê bijîşk 7 jê hemşîre bi giştî 10 xebatkarên tenduristiyê yên li Mêrsînê bi koronayê ketine tên dermankirin.   ‘WÊ HETA 70 ROJAN BI DAWÎ BIBE’   Antmen da zanîn ku ew li bendê ne ku ji ber şewba koronayê li Tirkiyê di nava 10 rojan de hejmara qurbaniyan zêde bibe û got: “Li Tirkiyê bûyera ewil a koronayê di 11’ê adarê de hat dîtin. Lê Ewrûpa beriya me bi mehekê bi weqayên koronayê şiyar bû. Yanî çawa wan peşiya me mehek vê nexweşînê dît hejmara wan zêde bû û niha kêm dibe. Dê li Tirkiyê jî heta 10-15 rojan hejmara herî zêde ya qurbaniyan bide. Heta îro zêdebûna hejmara weqayan asayî ne. Wê pişt re derdora 15 rojan xêzikek rast xêz bike. Yanî wê weqa kêm bibin. Piştî 45 rojan wê hejmar dakeve. Ez wisa difikirim ku wê heta 70 rojan jî şewba koronayê bi dawî bibe.”   Her wiha Antmen destnîşan kir ku Wezareta Tenduristiyê û rayedarên din hejmara qûrbaniyên koronayê jî hindik nîşan didin.