TTB'ê: Tirkiye miriyan di panela elektronîk a cîhanê de qeyd nake 2020-04-21 10:14:00 EDENE - Endamê Konseya Navendî ya TTB Dr. Yaşar Ulutaş, anî ziman ku li Edeneyê 80 xizmetkarên tenduristiyê bi giştî zêdeyî 500 kes bi vîrûsa corona ketine û wiha got: "Wezareta Tenduristiyê di tabloya SKRS ICD10 de li hemebrî kodê pênaseyê ya U07.3'an navê nexweşiyê Covid-19 nivîsîye. Ev di îstatîstika cîhanê de encamên cuda nîşan dide. Tirkiye miriyê bi vîrûsê di panela navneteweyî ya elektronîk de qeyd nake."  Endamê Konseya Navendî yê Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Yaşar Ulutaş, têkildarî nexweşên şewba vîrûsa corona û encamên ku tên parvekirin nirxandin kir. Dr. Yaşar Ulutaş, anî ziman ku cîrûsa corona li 213 welatê cîhanê 2 milyon û 318 hezar kes xistine bin bandora xwe û heta niha zêdeyî 165 binden kes kuştiye. Ulutaş, anî ziman ku vîrûs bi temas û dilopên pir biçûk yên di nava hewayê derbasî mirov dibin û wiha got: Heta niha li cîhanê gelek nexweşiyên şewbê belav bûn. veba, kolera, werem, sorik, mirkutok û gelek nexweşiyên din. Di sedsala dawi de em bi nexweşiyên wekî Ebola, HIV, Hanta, SARS, MERS-CoV re rû bi rû man. Weki “Covid-19" di sala 2003'an de bi rengê SARS-Cov belav bû. Navê vê vîrûsê weki SARS CoV-2 pênase kiribûn."    Ulutaş, diyar kir ku agahiyek paqij û zelal hem li Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de nayê parvekirin û wiha berdewam kir: "Em bi fikar li daxuyaniyên Wezîrê Tenduristiyê dinerin. Agahiyên tên parvekirin ne zelal in. Bi rêya otorîteya navendî agahî tên parvekirin. Wezareta Teduristiyê daneyên têr parve nakin. Tenê li Edeneyê 80 xizmetkarên tenduristiyê bi giştî zedeyî 500 mirv bi şewba vîrûsê ketine. Yên ku jiyana xwe ji dest didin di pergala elektronîk de qeyd dikin."    TIRKIYE MIRIYAN DI PERGALA ELEKTRONÎK A CÎHANÊ DE QEYD NAKE   Ulutaş, destnîşan kir ku li hemû welatên cîhanê kodên vê nexweşiyê di pergala  ICD-10'an de tê qeydkirin û wiha got: "Pergala ICD (International Statistical Classification of Diseases and Related Health problems), pergala dabeşkirina nexweşiyan a qada navneteweyi ye. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) vê yekê diweşîne. Ev ji kodên der barê nexweşî û tenduristiyê ya li welatên cîhan hevpar tê bikar anîn pêk tê. Lê li Tirkiye agahiyên kesên ku dimirin di vê panela cîhanê de yeyd nakin. Bernameya nivîsa Pergala Ragihandina Miriyan (OBS) ji aliyê rêxistinên tenduristiyê û şaredariyan ve piştî 1'ê Çileya 2013'an ket meriyetê. Li Tirkiyeyê kesê teqez bi vîrûsê ketine koda İCD-10 lê dikin. Kesên teqes bi Covid-19 ketine di pergala OBS’ê de İCD-10 tê nivîsîn. Ji 20'ê Adarê 2020'an heta niha 'Z20.8 nexweşiyên yewbê yên din', 'Z20.9 nexweşiyên şewbê yên nehatin pênasekirin'; 'J12 viral pnomon ên licihekî din nehatiye dabeşkirin' 'J12.8 viral pnomonî yên din' 'J12.9 viral pnomonî nehatiye pênasekirin' 'J14 pnomoni', 'J11 pnomonî, 'U04 sendroma nefesê ya akûta zêde(SARS)','U04.9 sendroma aqûta nefesê ya nehatiye pênasekirin', 'U07.3 Covid-19', 'U06.0  Covid -19 nehatiye pênasekirin.    Ji ber ku pênase û kod şaş tê kirin encamên îstatîstîk û hêjmara nexweşiyan jî şaş derdikevin holê. Bersîva pirsan jî li cem wezaretê veşartî ye."    MA / Hamdullah Kesen