PENa Kurd: Bi hişyarî û hişmendiya netewî tevbigerin 2020-04-21 10:41:22 AMED - Navenda PENa Kurd derbarê êrîşên li ser gelê kurd û yekitiya netewî de diyar kir ku divê hemû kurd ji bo parastina destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan bi hişyarî û hişmendiyeke neteweyî tev bigerin.  Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd têkildarî êrîşên li ser gelê kurd û yekitiya netewî daxuyaniya nivîskî weşand. PENa Kurd di daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên ser gelê kurd û got: “Heke kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêzek û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin, divê yekgirtin û yekrêzîya xwe pêk bînin, nakokî û dubendîyên navxweyî, cudatîyên bîr û bawerîyê olî, siyasî bidin alîyekî û li ser rêgezên demokratîk hevgirtin û hevkarîya navxweyî pêk bînin. Helbet ev ne karekî hêsan e, di serî da welatên dagirker, gelek hêzên derekî û navxweyî li ber vê yekê dibin asteng, lê belê heke kurd dixwazin wekî pêkhateyeke serbixwe di herêmê da bidomînin pêkanîna yekîtî û yekrêzîyê pêdivîyeke bivênevê ye.”   ‘LI DIJÎ DEK Û DOLABAN HIŞYAR BIN’   PENa Kurd bang li hemû alîyê siyasî kirin ku li hemberî dek û dolabên li dijî gelê kurd tên kirin hişyar bin, ji bo çareserîya kêşe û pirsgirêkên navxweyî rêya diyalog û danûstandinên aştîyane bidin ber xwe.    ‘BI TU AWAYÎ NEBIN DESTIKÊN DAGIRKERAN’   Di dewama daxuyaniyê de wiha gotin: “Berî her tiştî divê tu alîyên siyasî danûstandinên xwe yên bi dewletên dagirker ra li ser hesabê alîyekî din bi rê ve nebin û divê bi tu awayî nebin navgîn û destikên dagirkeran. Wekî mînak jî em dişên bûyera welatparêzê ji rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî bidin, li gorî hinek çavkanîyan Mistefa Selîmî li bajarê Pencêwînê hatiye girtin û radestî hêzên Îranê hatiye kirin, hewce ye ev bûyer demildest were zelalkirin û heke bi rastî jî ew hatibe radestkirin divê berpirsên bûyerên werin cezakirin. Pêwîst e êdî kurdên azadîxwaz bi destên kurdan radestî dewletên dagirker neyê kirin.”   ‘AMBARGOYA MEXMÛRÊ BIDAWÎ BIKIN’   PENa Kurd di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Her wiha ev çend meh in li ser wargeha penaberan ya li Mexmûrê jî gemaroyek heye, ji ber vê yekê gelê me yê li kampê gelek zehmetîyan dikêşe. Li gorî baweriya me, pêwîst e ew jî di zûtirîn demê da were bidawîkirin û rê li ber êrîşên dewleta tirk ên li ser wargehê were girtin. Helbet, divê tu hêzên kurd ji bo dagirkirina xaka welatê kurdan rê xweş neke. Li alîyê din jî, divê hemû kurd ji bo parastina destkeftiyên kurdan ên li başûr û rojavayê Kurdistanê û her çar parçeyan bi hişyarî û hişmendîyeka neteweyî tev bigerin.”