Ji ber axaftinên 8 sal berê dozek nû li Demîrtaş hat vekirin 2020-04-21 10:59:55 ENQERE - Derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de ji ber axaftinên wî yên di salên 2012-2016’an de kiriye, roportajan ji CÎMER’ê re gilî hatiye kirin û bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” dozek nû lê hat vekirin. Lêpirsîn û dozên derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de kêm nabin û dozek nû lê hat vekirin. Derbarê Demîrtaş de ji ber axaftina 2’yemîn Kongreya Awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û 2’yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê de kiriye û di 3’yê îlona 2016’an de roportaj daye Rojnameya Suddeutsche Zeitung a Elman di 12’ê sibata 2019an de gilî ji CÎMER’ê re hatiye kirin û ji ber wêneyê wî yê di pêvajoya çareseriyê de li Qendîlê hatiye kişandin doz hat vekirin. Derbarê Demîrtaş de 5 caran bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil a vê dozê dê di 14’ê tîrmehê de were lidarxistin.   Di îdianameya 54 rûpel a derbarê Demîrtaş de hat amadekirin di 27 rûpelan de cih dane rêxistinbûyîna PKK/KCK’ê. Gotinên wek “Kurdistan”, “şehîdên partiye”, “rehîna siyasî”, “Bi Apê Musayan, Bi Îsmet Şanli Vanliyan re”, “rastiya kurd û Kurdistanê”, “Mazlûm Dogan”, “Birêz Ocalan”, “Şoreşa Rojava” û “gelê kurd” ku Demîrtaş di kongreyan de gotiye wek sûc hat dîtin û bi tîpên mezin di îdianameyê de hatiye nivîsandin.     MA / Bêrîvan Altan