Girtiyê nexweş: Gardiyan bê maske digerin 2020-04-21 11:07:06   EDENE - Girtiyê nexweş Selamî Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, diyar kir ku gardiyan bê maske digerin û bi şewbê re rû bi rû dijîn.    Girtiyê nexweş Selamîe Keleş ê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtî ye, bal kişand ser binpêkirina mafan. Keleş, bi rêya telefonê agahi da dayika xwe Guzel û bal kişand ser binpêkirina mafan. Keleş, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê li dijî vîrûsa corona tu tedbîr negirtine û gardiyan bê maske li qawişên wan digerin. Keleş, da zanîn ku maske û lepikan nadin girtiyan jî û girtî bi talûkeya şewbê re rû bi rû ne. Keleş, bibîr xist ku girtiyan nabin revîr û nexweşxaneyê."    Dayika Selamî Keleş Guzel Keleş bertek nîşani helwesta rêveberiya girtîgehê da û wiha got: "Kurê min ji sêşemê heta sêmeşê bi telefonê digere. Salek e nikarin biçim dîtina kurê xwe. Nexweşê epilepsiyê ye. Ji ber şewba vîrûsê em pir bi fikar in. Em dixwazin hemû girtî serbest bêne berdan."