Avba: Dixwazin plana par a li Xinêre-Xakurkê îsal li Zînî Wertê pêk bînin 2020-04-21 12:02:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mem Avba, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser êrîşa li dijî Zînî Wertê û wiha got: "Sala par li Xinêre-Xakurkê bi çavgirtin û asankariya hinek aliyan, Tirkiye êrîş kir û xwest çûn û hatina Hêzên Parastina Gel asteng bike, niha jî li Zînî Wertê dixwaze bi heman plangeriyê li ser çiyayê Karoxê jî pêk bîne û herêma Qendîlê dagir bike."  Rojnameya Xwebûn a hefteyê carekê tê çapkirin vê hefteyê bi manşeta "Xefika Zînî Wertê" derket. Rojnameyê nivîsa nivîskarê xwe Mem Avba ya li ser êrîşa li dijî Zînî Wertê derxist pêş. Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Mem Avba, li ser armanc û plana êrîşê û li dijî vê yekê nêzîkatî û helwesta gurt mijar girt dest. Nivîskar Mem Avba, di nivîsê de diyar kir ku di demeke hewldan û daxwazên Yekîtiya Neteweyî (YE) di rojevê de ne, li başûrê Kurdistanê geşedanên balkêş diqewimin û wiha got: "Jixwe şewba vîrusa koronayê, mîna li tevahiya cîhanê bandoreke neyînî li welêt jî kiriye. Gelê kurd, ligel tevahiya nakokî û rageşiyên rêxistin û partiyan, xwedî helwesta yekîtiya neteweyî ye. Ji hêzên pêşeng ên kurdistanî bendewar e ku gavan bavêjin. Lê belê halê hazir wisa diyar e ku hêz û rêxistinên kurdî ji vê nêzikatiya çêker dûr in!    'NEYARÊN KURDAN DI TENGASIYA VÎRÛSA CORONA DE ALOZIYÊ PÊŞ DIXIN'    Avba, anî ziman ku neyarên kurd aloziyê pêş dixin û got: "Lewma neyar û xêrnexwazên gelê kurd jî dixwazin vê tengezariya ji ber vîrusa koronayê derketî holê, ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û daxwazên xwe yên dagirkeriyê bidin ferzkirin. Ji bo wê ye ku dixwazin nakokiyan di nav hêzên kurdî de derînin. Bi vî awayî keysa xwe lê bînin û xeyalên xwe yên sedsalî, dagirkirina Kurdistanê pêk bînin. Di demeke wiha de ku pêwîstiya gel bi yekîtî û tevkariyê heye, geşkirina nakokî û rageşiyên ku xizmeta dagirkeran dikin, tevahiya gelê kurd dilgiran dike. Lewre gelê kurd li bendê ye ku hêz, sazî û dezgehên pêşeng ên li ser navê kurd û Kurdistanê xwedî angaşt û gotin in, yekrêziya xwe pêk bînin û ji civaka xwe re çareseriyekî pêş bixin."     'GEŞEDANÊN LI HERÊMÊ GEL DIXIN NAVA FIKARAN'    Avba bal kişand ser bûyerên dawî û wiha berdewam kir: "Lê mixabin di van rojên dawî de berovajiyê vê, geşendanên li başûrê Kurdistanê diqewimin, gel dixe nav fikar û xemgîniyeke mezin. Tevahiya gelê kurd, statuya başûrê Kurdistanê bi şanazî û serbilinidyeke mezin weke destkeftiya xwe dibîne û xwedî lê derdikeve. Lewre bendewariyeke mezin a ji bo yekîtiya neteweyî û çareseriyê jê heye. Lê mixabin bûyer û rageşiya li ser herêma ‘Zînî Wertê’ ya başûrê Kurdistanê diqewime, mirov dixe nav fikarên kûr ka li vê derê, sê hêzên sereke yên kurdistanî çima tên hemberî hev!? Bêguman heke di navbera her du hizbên başûrê Kurdistanê (PDK û YNK) de kêşeyek hebe, divê li parlamentoya Kurdistanê bi nîqaş û diyalogê çareser bikin. Heke pirsgirêkeke ewlehiyê hebe, li vê herêmê hêzeke kurdî heye û Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dikare bi hevbeşî bi hêzên gerîla re li ser vê mijarê bisekine û çareseriyê pêk bîne. Lê heke hesabekî cuda hebe ku hêzên kurdî tîne beranberî hev û balafirên dewleta tirk herêmê bomberdiman dike; ev jî dibe sedama kuştin û hilweşînê, wê demê divê li ser bê fikirandin."    'HEGER PIRSGIRÊKEK ÇÊBIBE DE BI DEWLETA ÎRANÊ RE ÇÊ DIBE'    Avba, li ser rewşa herêmê ya erdnîgarî û siyasî rawestiya û wiha lê zêde kir. "Ev herêm devereke ku bi rojhilatê Kurdistan û Îranê re hevsînor e. Lewre heke pirsgirêkeke ewlehiyê  çêbibe, bi dewleta Îranê re çêdibe. Di rewşa niha ya hevsengiya Rojhilata Navîn de, qeyrana aborî, tenduristî, ambargoya li ser heyî, pir pêkan nîne ku Îran bikeve nav hewldanake wiha. Heke tişteke wiha biqewime jî hêzên gerîla bi salan e li vê deverê ye û bi dehan caran nîşan daye ku ji kê bê bila bê li hemberî êrîşan bê cudatî bergirî kiriye û destkeftiyên gel parastine. Ji daxuyaniyan jî diyar e ku dê ji niha û pê de jî bibin xwedî heman nêzikatiyê. Lewma gerîla ji bo gel û destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî ewlehî û hêza parastinê ye. Ev faktor jî nîşan didin ku tu metirsiyeke wiha ya ji aliyê Îranê ve li ser wê herêmê tune… Nexwe şandina Pêşmerge ya bo herêmê ji bo parastina welatiyên herêmê û rêkarên ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê be, li herêma Zînî Wertê hêzên polîs, asayîş, dezgehên îdarî û parastinê hene. Lewre tu hewcehî namîne ku hejmareke zêde ya peşmergeyan bi çekên giran biçin herêmê. Nexasim ku her alî (PDK cuda, YNK cuda) hêzên pêşmerge bi çekên giran bişîne herêmê. Lewma ev vebijark jî gengaz naxuyê!"    'BERDEWAMA PLANA SALA PAR E'    Avba, bal kişand ser planên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da nivîsa xwe: "Divêtiya dîtir, asûna çiyayê Karoxê ku xwedî cihekî stratejîk ê li ser herêma Qendîlê ye. Lewre weke gelek siyasetmedarên başûrê Kurdistanê jî diyar kirin, li pişt vê rageşiyê, plangeriyên dewleta tirk ên dagirkeriyê hene. Çawa ku par, li herêma Xinêre-Xakurkê bi çavgirtin û asankariya hinek aliyan, dewleta tirk êrîş kir û xwest çûn û hatina Hêzên Parastina Gel asteng bike, niha jî li Zînî Wertê dixwaze bi heman plangeriyê li ser çiyayê Karoxê jî pêk bîne û herêma Qendîlê dagir bike. Ji bo ku nikare bi aşkera vê armanca xwe pêk bîne, dixwaze nakokiyên di navbera aliyên hikûmeta herêma Kurdistanê de bi kar bîne. Ji bo ku li herêma Kurdistanê sazûmaniyeke tekûz a hikûmetê çênebûye, dîsa ji ber valatiya qeyrana aborî û bêkariya heyî, belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê; nexasim jî di vê dema ku hikûmta navendî ya Iraqê dixwaze serokwezîrekî nû hilbijêre de, dewleta tirk jî dixwaze ji bo hesab û berjewendiyên xwe bi kar bîne."    HELWESTA GELÊ KURD   Avba, bal kişand ser helwesta gelê Kurd û wiha dawî li nivîsê anî: "Di serî de Başûr, tevahiya gelê Kurdistanê divê baş bizane ku ev bûyer û rageşiyên li herêma Zînî Wertê diqewimin, rojeveke sexte ya ji aliyê dewleta tirk ve ji bo dagirkirina herêmê û tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ji bo wê jî divê gelê kurd bi yek helwestê li dijî vê hewldana dagirkeriyê, li hemberî rageşiya di navbera hêzên kurdî de bisekine û bibe xwedî helwest."