Girtiyê jimartina li ser piya red kir hat derpkirin 2020-04-21 12:24:08   ÎZMÎR – Hat diyar kirin ku Erdal Daghan ê li Girtîgeha Şakranê girtî ye, bi hinceta ku “jimartina li ser piya red kiriye” ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin.   Erdal Daghan ku li Girtîgeha Hejmara 3 a Tîpa T a Şakranê girtî ye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, bi rêya telefonê ji kekê xwe Serdar Daghan re ragihand. Daghan, diyar kir ku li hucreya yek kesî dimîne û beriya 2 rojan ji ber ku jimartina li ser piya qebûl nekiriye ji aliyê gardiyanan ve hatiye derpkirin.   2 CAR IN TÊ DERPKIRIN   Daghan serpêhatiya xwe bi van gotinan ji kekê xwe Serdar Daghan re ragihand: “Min têkildarî derpkirina xwe ji rêveberiya girtîgehê re daxwazanameyek nivîsand. Heke tiştek bê serê min midurê girtîgehê û gardiyan in. Ev 2 car ın têm derpkirin. Min xwest biçim revîrê lê min nebirin. Gardiyanên li vir, ji ber ku zanin ez girtiyê siyasî me û cezayê muebata giran xwariya, bi ser min de tên û timik hewl didin tundiyê li min bikin. Her sibeh dema jimartin tên odeya min gotinên tehrîkkar bi kar tînin. Ji ber ku ez tenê me dixwazin serî bi min bidin tewandin.”   AMÛRÊN PAQIJIYÊ NAYÊN DAYÎN   Daghan, têkildarî bergiriyên vîrûsa koronayê yên ji bo xwe jî agahî dan û ev tişt gotin: “Tu bergirî nehatine girtin, amûrên paqijiyê nadin min. Di mîde û sutiyê min de pirsgirêk hene û êşên min ên ji ber vê yekê didomin. Rojê tenê nîv saet dema me ya hewa girtinê heye. Bi rêk û pêk me dernaxên vê hewa girtinê. Dema min derdixin jî gardiyan li hewşê li cem min in. Ji berk u bergiriyên vîrûsê nayên girtin ez bi fikar im.”