Li Şirnexê teqînek mezin rû da 2020-04-21 13:41:27   ŞIRNEX - Nêzî rêya nû ya di navbera Şirnex û Cizîrê de teqînek mezin rû da.    Nêzî rêya nû ya di navbera Şirnex û navçeya Cizîrê de teqînek mezin rû da. Piştî teqînê ji herêmê dûman bilind bû. Nehat zanîn ku ji ber çi teqînê rû daye. Lê hat diyar kirin ku li herêmê gelek caran ji bo vekirina rê dînamît tên teqandin û dibe ku sedama teqînê ev be.